Li gorî nûçeya Axios a spartî çavkaniyên nêzî mijarê, Serokê DYE’yê Donald Trump li Odeya Rewşê (Situation Room) a li Qesra Spî, bi koma xwe ya ewlekariya neteweyî re civiya û planên operasyona leşkerî ya nû ya li dijî Îranê nirxand.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di civînê de ji xeynî operasyonên li dora Kendava Hurmuzê, êrîşên li dijî “hedefên stratejîk” ên li Îranê hatine nirxandin.
Alîkarê Serok JD Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Dîrektorê CIA’yê John Ratcliffe û rayedarên din ên payebilind tevlî civînê bûn.
7 LEŞKERÊN ÎRANÊ MIRIN
Li aliyê din, artêşa Îranê ragihand ku DYE’yê 13 fuze avêtine baregeheke leşkerî ya li nêzî bajarê Îranşahr a li başûrêrojhilatê welêt û di êrîşê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
NETANYAHU WÊ BIÇE WASHINGTONÊ
Liv û tevgera dîplomatîk a li herêmê jî didome. Rayedarekî payebilind ê Îsraîlê ji Reuters re axivî û ragihand ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu wê roja şemiyê biçe DYE’yê. Rayedar anî ziman ku Netanyahu xwest bi Trump re hevdîtinê bike, lê ev hevdîtin hîna teqez nebûye.