Serokê DYE Donald Trump, plana Îranê ya ji bo wergirtina pere ji keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin rexne kir û diyar kir ku ev tengav "rêyeke avî ya navneteweyî" ye. Trump got: "Em dixwazin tengav vekirî û bêpere be."
Tengava Hurmuzê li perava Îranê cih digire û wekî cihek derbasbûna stratejîk tê zanîn ku beşek girîng ji bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê jê derbas dibe.
Piştî zêdebûna aloziyên leşkerî yên vê dawiyê, hikûmeta Îranê diyar kir ku keştiyên ku di tengavê re derbas dibin, divê ji rayedarên Îranê destûr bistînin.
‘EM Ê URANYÛMA DEWLEMENDKIRÎ BISTÎNIN’
Trump, her wiha li ser depoyên uranyûma dewlemendkirî yên Îranê daxuyanî dan. Serokê DYE Trump, îdia kir ku rêveberiya Washingtonê dê di dawiyê de depoyên uranyûma Îranê desteser bike û got, "Em ê wê bistînin. Pêwîstiya me bi wê nîne, em naxwazin. Îhtîmallek mezin dema ku me desteser kir jî em ê îmha bikin, lê em ê nehêlin ew di destên wan de bin. "
Rêveberiya DYE, îdia dike ku Îran dikare vê uranyûmê ji bo pêşxistina çekên nukleerî bikar bîne. Lê belê, Îran îdia dike ku bernameya wê ya nukleerî tenê ji bo armancên sivîl û aştiyane ye.
Li gorî çavkaniyên Îranî yên ku ji Reutersê re axivîn, rêberê Îranê Mucteba Xameneyî jî ferman daye ku uranyûma dewlemendkirî ji welêt neyê derxistin.