Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku di hevdîtinên bi Îranê re de, ji bo bi dawîkirina şer pêşketineke girîng bi dest xistine. 28’ê Sibatê bi êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên li hemberî Îranê re şer destpê kiribû.
Trump li ser Truth Social daxuyanî da û diyar kir ku peymana navbera DYE û Îranê ku di asteke mezin de muzakere hatiye kirin, gihiştiye qonaxa dawî. Trump anî ziman ku peyman girêdayî erêkirina Îranê û hin welatên li herêmê ye.
DIBE HURMUZ JINÛVE WERE VEKIRIN
Trump got, peymana navborî jinûve vekirina Kendava Hurmuzê jî digire nava xwe. Serokê DYE’yê ragihand ku bi telefonê bi lîderên Siûdî Erebistan, Îmarat, Qatar, Tirkiye, Misir, Urdun, Bahreyn û Pakistanê re axivî ye.
Trump her wiha diyar kir ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re jî hevdîtineke cuda ya telefonê pêk anî û got, hevdîtin “pir baş” derbas bû.
JI ÎRANÊ PEYAMA ‘DIYALOGA BI TEDBÎR’
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî got, ew ji bo çareseriya dîplomatîk vekirî ne, lê li hemberî DYE’yê pir bi baldar tevdigerin.
Pezeşkiyan di hevdîtina bi Serokê Fermandariya Giştî ya Pakistanê Asim Munîr re kirî de, axivî û got, “Em ji bo diyalogê amade ne, lê belê tecrûbeyên muzakereyên berê yê bi DYE’yê re, me neçar dike ku bi tedbîr tevbigerin.”
Di daxuyaniya Serokkomariya Îranê de hate diyarkirin ku rêveberiya Tehranê li hemberî DYE’yê ‘di nava bêbaweriyeke kûr de ye’. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Washington berê peyman binpê kirine û dema ku muzakere dom dikirin, êrîşên leşkerî pêk dianîn.
Pezeşkiyan hişyarî da ku eger şer car din gur bibe, wê di aliyê neyînî de bandorê li tevahî cîhanê bike.
Serokê Fermandariya Giştî ya Pakistanê Asim Munîr jî diyar kir ku di encama hevdîtinên 24 saetên dawî de, ‘pêşketinên bi wêrek û girîng’ hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku Munîr li Tehranê bi Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf û Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî re jî hevdîtin kiriye.