Îsraîlê êrîşî navenda tenduristiyê ya Lubnanê kir
Îsraîlê êrîşî ser navenda tenduristiyê ya Srîfa li bajarê Tyre yê Lubnanê kir. Di êrîşê de xebatkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û pênc kes birîndar bûn.
Îsraîlê êrîşî ser navenda tenduristiyê ya Srîfa li bajarê Tyre yê Lubnanê kir. Di êrîşê de xebatkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û pênc kes birîndar bûn.
Li gorî rojnameya L'Orient-Le Jour, artêşa Îsraîlê qadên di navbera Zawtar el-Gerbiyye, Aadchit û Qsaybê li herêma Nabatiyê hedef girt.
Li gorî agahiyan, Îsraîlê êrîşeke din li bajarokê Haris li herêma Bint Jebel pêk anî.
Her wiha navenda tenduristiyê ya Srîfa li herêma Tyre jî bû hedefa êrîşeke hewayî ya Îsraîlê. Hat ragihandin ku di êrîşê de xebatkarekî tenduristiyê yê dildar jiyana xwe ji dest da û bi tevahî pênc kes birîndar bûn.
Navenda tenduristiyê ya hat bombebarankirin girêdayî Wezareta Tenduristiya Giştî ya Lubnanê ye û di bin çavdêriya Şaredariya Srîfa de dixebite. Hat ragihandin ku navend ji aliyê dildarên ciwan ên li bajêr ve ji bo rewşên awarte û pêkanîna operasyonên rizgarkirinê tê bikaranîn.
Di nûçeyê de hat daxuyandin ku dildaran ji Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî destûra mudaxelekirinê wergirtin.