Li gorî The Wall Street Journal ku xwe dispêre çavkaniyên cûrbecûr ên rayedarên DYE’yê, Îsraîlê ji bo piştgiriya operasyonên li dijî Îranê baregeheke leşkerî ya veşartî li Iraqê ava kiriye. Nûçeya ku roja Şemiyê hat weşandin, baregeh berî destpêkirina şer demek kurt hat avakirin û ji bo Hêza Hewayî ya Îsraîlê wekî navendek lojîstîkê tê bikaranîn.
Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên taybet ên Îsraîlê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li tesîsê hatine bicihkirin û erkê wan mudaxaleyî ketina balafiran bike.
Li gorî rojnameyê, baregeh di destpêka Adarê de piştî ku şivanek liv û tevegra helîkopteran dît, derker holê. Hat îdiakirin ku leşkerên Iraqî yên ku sewqî herêmê hatin kirin paşê bûne hedefa êrîşên hewayî yên Îsraîlê.
Rayedarên Iraqî ragihandin ku di êrîşê de leşkerek jiyana xwe ji dest daye, du jî birîndar bûne û operasyon şermezar kirine. Paşê hikûmeta Bexdayê serî li Neteweyên Yekbûyî da û êrîşê bi "hêzên biyanî" û DYE’yê ve girêda. Lê çavkaniyek ji rojnameyê re ragıhand ku Washington rasterast beşdari êrîşê nebûye.
Di nûçeyê de hat îadîakirin ku baregeha ku behsa wê tê kirin di dema operasyona hewayî ya pênc hefteyen a li dijî hedefên li Îranê de kapasîteya operasyona Îsraîlê zêde kiriye.