DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Demildest Iraqê biterikînin
Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku neyên Iraqê û eger niha li wir bin, demildest biterikînin.
Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku neyên Iraqê û eger niha li wir bin, demildest biterikînin.
Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê derbarê rewşa ewlehiya Iraqê ya têkildarî welatiyên xwe de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Bi berçavgirtina hebûna gefan, di nav de mûşek û firokeyên bê mirov, em daxwaz ji welatiyên welatê xwe dikin ku geştê nekin û eger niha li Iraqê bin demildest biterikînin. Ji ber ku planên komên çekdar ên hevpeymanên Îranê ya êrişên li ser welatiyên DYE û berjewendiyên DYE’yê de li deverên cuda yên Iraqê, herêma Kurdistanê jî din av de, dewam dikin.’’
Balyozxaneyê ji welatiyên DYE’yê xwest ji ber metirsiyên ewlehiyê serdana balyozxaneyê li Bexdayê yan konsolosxaneyê li Hewlêrê nekin.