Rewşa dawî ya krîza Rojhilata Navîn

Agirbesta lewaz a navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) didome, li herêmê rageşî car din zêde dibe. Îran gefan dixwe, li Lubnanê jî windahiyên can ên ji ber êrîşên Îsraîlê zêde bûn. Krîza li Hurmuzê, hîn jî bandorê li piyasaya enerjiyê dike.

KRÎZA LI ROJHILATA NAVÎN

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku eger DYE û Îsraîl car din êrîşî Îranê bikin, wê şer belavî derveyî Rojhilata Navîn jî bibe.

Daxuyaniyê nîşan da ku tevî agirbesta Îran-DYE’yê ya 8’ê Nîsanê jî, li herêmê rageşî didome.

TANKERA KOREYA BAŞÛR DI HURMUZÊ RE DERBAS BÛ

Li Kendava Hurmuzê bûyereke balkêş qewimî. Hat ragihandin ku tankereke petrolê ya Koreya Başûr, bi koordînasyona Îranê di tengavê re derbas bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun got, tanker bi Tehranê re bi rengekî koordîneyî derbas bû. Lê belê têkildarî derbasbûnê, hûrgûlî nehat dayîn.

Ji ber şerê li Rojhilata Navîn, fikarên ji ber sewqiyata leşkerî ya li Kendava Hurmuzê didomin.

LI ÎNGILISTANÊ ENFLASYON PAŞ KET

Li Qraliyeta Yekgirtî rêjeya enflasyona salane di meha nîsanê de ji sedî 2,8 paş ket. Meha beriya vê, ev rêje di asta sedî 3,3 de bû.

LI LUBNANÊ ÊRÎŞ DIDOMIN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji destpêka şer û vir ve li Lubnanê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, ji 3 hezarê derbas kir.

Hîzbûllahê jî ragihand ku li dijî leşkerên Îsraîlê şer diqewime. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku leşkerekî wan li herêmê miriye. Bi vî rengî ji destpêka şer û vir ve, 22 leşkerên Îsraîlê li Lubnanê mirin.

DYE: PÊŞKETIN HENE

Alîkarê Serokatiya DYE’yê JD Vance got, di hevdîtinên bi Îranê re tên meşandin de “pêşketinên baş” hene û destnîşan kir ku lê belê Washington bijarteya leşkerî jî li ser maseyê digire.

Serokê DYE’yê Donald Trump jî ragihand ku ji bo peymanê “du yan jî sê roj” wext daye Tehranê.

NATO SENARYOYÊN HURMUZÊ DINIRXÎNE

Fermandarê Bilind ê Hêzên Muttefîk ên Ewropayê ya NATO’yê Alexus Grynkewich got, tifaqê ji bo ewlehiya Kendava Hurmuzê têkildarî operasyoneke muhtemel hîna ti planeke fermî amade nekiriye.

Grynkewich ev tişt got, “Gelo ez vê difikirim? Teqez. Lê belê beriya ku biryara siyasî were dayîn, ti plansaziyeke operasyonê nehate kirin.”