Rejîma Îranê kesekî din darve kir

Zext û gefên rejîma Îranê yên li ser civakê dewam dikin. Ebas Ekber ji aliyê rejîmê ve hate darvekirin.

Medya Îranê ragihand ku danê sibehê Ebas Ekber bi tometa ‘beşdarbûna ne aramî û xwepêşandanên meha Çileyê’ ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Di medyaya Îranê de hate ragihandin ku ‘piştî temambûna rêkarên siyasî û piştrastkirina tometan ji aliyê dadgeha bilind ve ceza hatiye bi cih anîn’.

Hêjayî gotinê ye ku her diçe zext, gef û êrişên rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengê nerazî yê civakê, tevî bang û nerazîbûnên civaka navneteweyî zêdetir dibe. Li gorî bîlançoya tenê di nava 30 rojan de 50 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.