Pete Hegseth: Iraqeke aram wê derî li bazirganî û hevkariyeke xurt veke

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth got, xurtbûna têkiliyên bi Iraqê re bi bêçekkirina komên çekdar ên ser bi Îranê ve girêdayî ye.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth derbarê xurtkirina peywendiyên li gel Iraqê û mijara çekdanînê de li ser tora medya dijîtal ya X peyamek belav kir.

Pete Hegseth ragihand ku xurtkirina peywendiyan li gel Iraqê bi wê yekê ve girêdaye ku Bexda çekên mîlîsên hevpeymanên Îranê deyne û serweriya xwe bisepîne.

Her wiha Hegseth diyar kir ku mîlîsên hevpeymanên Îranê di nav îsal de zêdetirî 600 êrişan li ser karmendên Amerîkayê pêkanîne û got: “Washington libendê ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di hewldanên têkbirina rêxistina DAIŞ’ê de rola serkêşiyê bigrin ser milê xwe. Iraqeke aram dergeh li ber hevkarî û bazirganiyên bihêz ên parastinê vedike.”