Li nêzî Tehranê agir bi navendeke bazarê ket: Herî kêm 8 kes mirin
Li bajarokê Endîşe yê li nêzî Tehranê agir bi navendeke bazarê ket. Herî kêm 8 kes mirin, nêzî 40 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Li bajarokê Endîşe yê li nêzî Tehranê agir bi navendeke bazarê ket. Herî kêm 8 kes mirin, nêzî 40 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Li bajarokê Endîşe yê li nêzî paytexta Îran Tehranê ye, agir bi navendeke bazarê ket. Li gorî agahiyên ku ji aliyê televîzyona dewletê ve hatin ragihandin, ji ber şewatê herî kêm 8 kes mirin, nêzî 40 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku roja Sêşemê li navenda bazarê ya ku nêzî 250 dikan û 50 ofîs lê bûn, şewatê destpê kir. Li gorî dîmenên ku ji aliyê medya Îranê ve hatin weşandin, agir bi gelek qatên avahiyê ket û dûyekî reş bi ser herêmê ve ket.
Piştî bûyerê dozgeriyê ji bo diyarkirina sedema rûdana şewatê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de biryara girtina muteahhîdê avahiyê hate dayin.