Li Misrê operasyona 'Nifşê Z': 60 kes hatin binçavkirin
Li Misrê, bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi koma muxalîf a bi navê "Gen Z" heye, nêzî 60 kes hatin binçavkirin.
Li Misrê, bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi koma muxalîf a bi navê "Gen Z" heye, nêzî 60 kes hatin binçavkirin.
Ji parêzerên "Egypian Front for Human Rights" (Eniya Mafên Mirovan a Misrê" Şuruk Sallam anî ziman ku bi hinceta beşdarî malpera bi navê "GenZ002" a li platforma Discordê bûne nêzî 60 kes hatin binçavkirin.
Sallam anî ziman ku binçavkirinê dawiya sala bihurî destpê kir, lê bi taybetî ji nîvê meha Gulanê û pê ve zêde bû. Têkildarî kesên ku hatine binçavkirin bi sûcdariya "endametiya rêxistina terorê", "belavkirina agahiyên şaş" û "bikaranîna medya dîjîtal ji bo nebaşiyê" lêpirsîn tê meşandin.
Li gorî parêzer, Discord ji aliyê aktîvîstê Misrî Anas Habib ve hate avakirin ku li derveyî welêt dimîne.
Hate îdîakirin ku Habib bang li Misiriyan kiriye ku li ser dîwaran nivîsan binivîsînin, belavokan belav bikin û bixwazin ku Serokkomar Abdulfettah es-Sisi ji wezîfeyê bê dûrxistin û tevlî kampanyayên online bibin.
Habib sala 2025'an bi îdîaya êrişa li ser SefaretxaneyaBilind a Misrê ya li Amsterdamê û bi îdîaya gefa li ser Sisi ya di dema serdana Brukselê de hatibû binçavkirin.
Platforma Discord ku di nava ciwanan de gelekî tê bikaranîn, di destpêka vê salê de li Misrê bi demkî hatibû astengkirin.