Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku di nava nuqteyên hatine hedefgirtin de depoyên çekan û avahiyên bi armanca leşkerî dihatin bikaranîn, hene.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku hin endamên Hîzbûllahê “yên ji bo hêzên Îsraîlê gef çêdikirin” hatine kuştin û li rampayên fuzeyan jî hate xistin. Hate îdîakirin ku ev fuze wê ji bo êrîşkirina xaka Îsraîlê hatiban bikaranîn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê, li herêmên Jiye û Saadiyat ên başûrê Beyrûtê, vê siharê bi 3 dronan li dijî wesayîtan êrîş pêk hat û 2 zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja sêşemê de yek jê leşker, du jê wezîfedarên tenduristiyê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin ku tevî agirbesta di meha Nîsanê de ketî meriyetê jî, êrîşên Îsraîlê li Lubnanê didomin û ji dema agirbestê ve derdora 400 kes hatine kuştin.