Li Girtîgeha Tehranê girtî bi zorê têne xebitandin

Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî şert û mercên giran ên li girtîgehên rejîma Îranê raporek weşand û diyar kir ku beşek ji girtîyên li Girtîgeha Tehranê di sektorên çandînî û pîşesaziyê de bi zorê têne xebitandin.

Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî rewşa dijwar ya li girtîgehên rejîma Îranê, raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku beşek ji girtiyên li girtîgeha Tehranê ji aliyê desthilata Îranê ve di sektorê çandinî û pîşesaziyê de bi darê zorê didin karkirin.

Hate diyarkirin ku Komelgeha Çandinî û Pîşesazî ya Fedek li parêzgeha Tehranê, zêdetirî 1500 hektar zeviyên çandiniyê, baxên zeytûnê, xwedîkirina heywanan, xwedîkirina hêştiran û kargehên pîşesaziyê di destê xwe de digire.

Li gorî di raporê de hatiye ragihandin ev der bi tevahî bi hêza karkerên girtiyên cezakirî tê birêvebirin, her wiha girtî ji mafên xwe yên sîgortayê, ewlehiya pîşeyî û heqdestê wekhev bêparin ku ev tenê wekî hêza karker ya erzan ji bo bazirganiya yekalî tê bikaranîn.

Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku bikaranîna girtiyan di karê bi zorê de bûye sedema ji holê rakirina lêçûnên sîgortayê, kêmkirina erkên xwediyê kar û bilindbûna qazanca darayî yê saziyên ser bi deshilatê re.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên mafên mirovan hişyariyê didin ku hiştina girtiyan di nav şert û mercên neheq ên karkirinê de, dijberiya eşkere ya peymanên Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) û prensîbên navdewletî yên Nelson Mandela ye. Di van peymanan de tê diyarkirin ku nabe karê girtiyan li girtîgehan bibe amûrek ji bo çewisandina mirovan û komkirina qazanca darayî ji bo xwediyên karan.