Li Başûrê Libnanê di navbera Hizbullah û leşkerên Îsraîlê de şer derket

Hizbullahê ragihand ku tevî agirbestê, di şerê li ser xeta sînor de bersiv dane hewildana pêşveçûna yekîneyên Îsraîlê; Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun jî ji bo hevdîtina bi Netanyahu re got: "Hîna ne dema guncav e."

Hizbullahê ragihand ku tevî agirbesta ku ji 17’ê Avrêlê û vir ve di meriyetê de ye, li Başûrê Libnanê di navbera wan û leşkerên Îsraîlê de şer derketiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê roja duşemê de ku li nêzî xeta sînor qewimî, hêzên rêxistinê bersiv dane yekîneyên Îsraîlê.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hat destnîşankirin ku leşkerên Îsraîlê li nêzî gundê Deyr ez-Seryan hewl dane pêş de werin. Hat ragihandin ku gundê navborî di hundirê "xeta zer" de ye, ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû îlankirin û hatibû xwestin ku sivîlên Libnanî venegerin wê derê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên Hizbullahê "êrişî hêzên dijmin kirin e, û ketin e şerekî dijwar."

AOUN: DIVÊ PÊŞÎ LI SER PEYMANEKE EWLEHİYÊ LIHEVKIRIN ÇÊBIBE

Li aliyê din, Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun der barê têkiliyên gengaz ên bi Îsraîlê re nirxandin kirin. Aoun anî ziman ku beriya hevdîtina bi Benjamin Netanyahu re, divê peymaneke ewlehiyê pêk bê û êrîşên Îsraîlê bi dawî bibin.

Di daxuyaniya ku ji ofîsa Serokkomariyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku Aoun nêrîna xwe ya "niha ne dema guncav e" ji bo hevdîtina bi Netanyahu re dubare kiriye û hat gotin:

"Divê em berî her tiştî li ser peymaneke ewlehiyê li hev bikin û Îsraîl êrîşên xwe yên li ser me bide sekinandin; piştî wê mijara hevdîtinê dikare bibe rojev."