Li Îranê qutbûna înternetê dewam dike
Rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên zarokan li ser astengiya medya dîjîtal û înternetê ya li Îranê daxuyanî dan û ev yek weke gefeke cidî li ser mafên zarokan pênase kirin.
Rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên zarokan li ser astengiya medya dîjîtal û înternetê ya li Îranê daxuyanî dan û ev yek weke gefeke cidî li ser mafên zarokan pênase kirin.
19 rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên zarokan bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, polîtîkayên sînordarkirina înternetê û neheqiya di gihîştina medyayên dijîtal de ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin û wekî gefeke cidî li dijî mafên zarokan binavkirin.
Rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên zarokan li ser rewşa perwerdeya zarokan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, her wiha li dijî înterneta çînayetiyê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ku gihîştina azad, ewle û wekhev a ji bo înternetê ne tenê amûreke ragihandinê ye, her wiha beşek ji mafên bingehîn ên welatiyane bi taybetî ji bo zarok û ciwanan di warên perwerde, agahdarî, geşepêdana kesayetî û beşdariya civakî de giringe.
Hate diyarkirin ku sînordarkirina înternetê û neheqiya di gihîştina torên medya dijîtal de, wekî gefeke cidî li dijî mafên zarokan ên di warê dadperweriya perwerdehiyê de tê dîtin.
Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku înternet di salên borî de bûye yek ji stûnên sereke yên perwerde, hînbûn û têkiliyên civakî, lewra bêparkirina beşek ji civakê ji gihîştina azad û berdewam a vê torê, zirarê rasterast dide paşeroja xwendinê û pêgeha civakî ya zarokan.
Her wiha hişyarî hate dayîn ku berdewambûna pêvajoya qutkirina înternetê û gavavêtina ber bi avakirina ‘înterneta çînayetî’ ve, bi awayekî pratîkî beşeke mezin a civakê ji gihîştina wekhev a perwerdeyê, çavkaniyên zanistî û firsetên ragihandinê bêpar dike û cudahiya navbera çînên civakî kûrtir dike.
Çavdêrên civakî hişyarî didin ku sepandina polîtîkaya înterneta çînî, curek ji cudakariya sîstematîke ku zarokên herêmên bêpar û malbatên aboriya wan kêm bêtir ji her demê ji pêvajoya perwerdeya modern dûr dixe û kontrolkirina tund a torên medya dijîtal deriyên geşbûna zanistî li ber nifşê nû digire.