Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’: Darvekirinan rawestînin

Kampanyaya "Sêşema ji Darvekirinan re Na" ku niha di hefteya xwe ya 125’an de ye, ragihand ku ji 21’ê Adarê ve li Îranê zêdetirî 177 girtî hatine darvekirin.

Endamên kampanyaya “Sêşema ji Darvekirinan re Na” di daxuyaniyên xwe de li ser pêla darvekirinê ya zêdebûyî axivîn û destnîşan kirin ku ji destpêka salê ve zêdetirî 177 girtî hatine darvekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di nav krîza civaka Îranê de, di demekê de ku rejîma Velayet-i Feqîh û amûrên wê yên çewsandin û dadwerî ji destpêka sala 2026’an vir ve zêdetirî 177 girtî darve kirine. Em hîn jî şahidê sepandin û pêkanîna cezayên mirinê yên nemirovane ne. Ev hewldanek bêhêvî ye ji bo tepeserkirina hêrsa gelekî ku ji ber zilm, çewsandin û lêçûna bilind a jiyanê hatiye dorpêçkirin.

Li gorî nûçeyên ku hefteya borî hatine weşandin, bi sedan girtiyên ku bi sûcên giştî hatine mehkûmkirin û gelek caran bêyî agahdarkirinê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, hatine darvekirin. Gelek girtiyên din jî cezayên wan hatine piştrastkirin. Cezayên darvekirinê yên girtiyên siyasî Elî Fettah û Mihemed Nakîzade ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine piştrastkirin û ew ji bo beşa yekkesî ya Girtîgeha Gezilhessarê hatine veguhestin. Du girtiyên siyasî yên din, Elî Kemalî û Peyman Gencî, jî ji Girtîgeha Mezin a Tehranê bo Gezilhessarê hatine veguhestin. Peyman Gencî yê 23 salî, di xwepêşandanên Kanûna 2025’an de hatiye girtin û ji aliyê şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Her wekî ku me gelek caran berê jî diyar kiriye, Zindana Gezilhessar navenda sereke ya darvekirinê li parêzgeha Tehranê ye û yek ji cihên darvekirinê yên rejîmê ye. Gelek girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn tê de ne û kesên ku ji bo vê girtîgehê têne veguhestin, bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxwaza rawestandina darvekirina girtiyên siyasî û jiyana pênc girtiyan (Elîreza Merdasî, Mesûd Camî, Reza Abdalî, Ferşad Etemadî-Fer, û Hesen Mosallawî) li Îranê kir. Wekî endamên Kampanyaya “Sêşema ji Darvekirinan re Na”, em daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan dikin û bang li hemû kesên xwedî wîjdan, çalakvanên siyasî, mafên mirovan, sivîl û sendîkayan dikin ku bi her awayî darvekirinan şermezar bikin û gavên cidî bavêjin da ku wan rawestînin. Azadî, wekhevî û parastina rûmeta mirovan bêyî garantîkirina mafê jiyanê ne mimkûn e. Em bang li hemû dijberên cezayê mirinê dikin ku hevgirtinê nîşan bidin û çalakiyên hevbeş bikin da ku avahiya otorîter û çerxa ku jiyana mirovan xirab dike bişkînin.”