Ji Rubio daxuyaniya Îranê: Dibe saetên pêş agahiyên baş werin

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio got, di 48 saetên dawî de derbarê krîza Îranê û Kendava Hurmuzê, pêşketinên girîng hatin bidestxistin. Rubio diyar kir ku dibe di nava rojê de têkildarî Îranê daxuyaniyên nû bên dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio têkildarî rageşiya bi Îranê re û krîza li Kendava Hurmuzê, daxuyaniyeke balkêş da.

Rubio li paytexta Hindistanê, Delhiya Nû bi rojnamevanan re axivî û got, di 48 saetên dawî de têkildarî çarçoveyeke ku rewşa li Kendava Hurmuzê çareser bike, pêşketin hatin bidestxistin.

Wezîrê DYE’yî diyar kir ku di nava rojê de têkildarî mijara Îranê dibe pêşketinên nû bên ragihandin û got, “Ez difikirim ku dibe saetên pêş agahiyên baş werin.”

Rubio got, “Îran ti carê nabe xwedî çeka nukleer.”

Tê diyarkirin ku hevdîtinên dîplomatîk, bi taybetî ji bo ku car din Kendava Hurmuzê ji çûn û hatinê re were vekirin, zêde bûne.