Fermandariya Hêzên Navendî yên DYE’yê (CENTCOM), diyar kir ku wê êrîşên xwe yên hewayî yên şeva nehemîn ên li ser Îranê temam kirine. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku navendên fermandariya leşkerî, pergalên parastina hewayî, tesîsên çavdêrîkirina peravan, xalên avêtina moşek û IHA’yan û torên ragihandinê hatine hedefgirtin.
Washingtonê anî ziman ku êrîş bi armanca kêmkirina kapasîteya gefa Îranê ya li ser keştiyên bazirganî yên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin , hatine kirin.
JI ÎRANÊ WINDAHÎ
Li gorî çapemeniya dewletê ya Îranê, di encama êrîşên DYE’yên li li başûrrojavayê Tebrîzê de herî kên kesekî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.
BAREGEHÊN DYE’YÊ HATIN HEDEFGIRTIN
Muhafızên Şoreşê yên Îranê jî dan zanînku wan li hemberî êrîşên DYE’yê navenda fermandariya hêzên taybet ên DYE’yê ya li herêma El-Tanfê ya li sînorê Sûriyeyê yê Urdin û Iraqê hedef girtiye.
Her wiha Tehranê diyar kir ku wê balafirên leşkerî yên DYE’yê yên li Balafirgeha Akabe a Urdinê bi moşekên balîstîk hedef girtine û zirareke mezin daye wan.
Îranê îdîa kir ku wê pergala radarê ya hişyariyê, balafirên bêmirov û depoyên ekîpmanên leşkerî yên li Baregeha Hewayî ya Ali Al-Salem a li Kuweytê jî hedef girtiye.
LI BAHREYNÊ DENGÊ TEQÎNAN
Hate ragihandin li Manamaya paytextê Bahreynê jî dengê teqînan û sîrenên êrîşa hewayî bilind bûye. Wezareta Karên Hundirîn a Bahreynê bang li welatiyan kir ku derbasî cihên ewle bibin.
TRUMP: EM Ê BI TUNDÎ LI ÎRANÊ BIXIN
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku êrîşên dawîn bi armanca tolhilanîna leşkerên Emerîkayê yên li Rojhilata Navîn jiyana xwe ji dest dane hatine kirin û got: ‘’Me îşev dîsa bi tundî li Îranê xist.’’
RUBIO BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR
Wezareta Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio jî bang li civaka navneteweyî kir ku di dabînkirina ewlehiya bahilgiriya behrê ya Tengava Hurmuzê de piştgiriyê bide Washingtonê. Rubio da zanîn ku Îran tengavê li dijî bazirganiya gerdûnî weke amûreke zextê bi kar tîne û got ku divê welatên din jî têkariya leşkerî û aborî bikin.