Şandeyên DYE û Îranê, di rûniştina ewilî ya muzakereyên ku roja yekşemê li herêma Burgenstock a Swîsreyê hatin lidarxistin de, pêşketineke girîng bi dest xist.
Di daxuyaniya hevpar a hikûmetên navbeynkar Pakistan û Qatarê de, hate diyarkirin ku aliyan “pêşketinên bi cesaret” bi dest xistin.
Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser nexşerêyeke ku armanc dike di nava 60 rojan de lihevkirinê çêbike û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, li hev kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku şandeyên DYE û Îranê wê di rojên pêş de li Swîsreyê muzakereyên teknîkî dewam bikin.
JI BO KENDAVA HURMUZÊ XETA PEYWENDIYÊ
Yek ji sernavên girîng ê muzakereyan jî, Kendava Hurmuzê bû.
Li gorî daxuyaniya navbeynkaran, ji bo mîsogerkirina ewlehiya derbasbûna keştiyên bazirganiyê û bi armanca astengkirina şaş fêmkirinan, wê navbera Îran û DYE’yê xeteke peywendiyê ya rasterast were avakirin.
JI BO LUBNANÊ YEKÎNEYA RÊVEBERIYÊ YA ŞER
Aliyan ji bo parastina agirbesta li Lubnanê jî li ser avakirina “yekîneya rêveberiyê ya şer” li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mekanîzmaya navborî wê bi tevlîbûna Îran, DYE, Lubnan û welatên navbeynkar, fealiyet bimeşînin.
Hate ragihandin ku wezîfeya esas a vê çêkerê, wê rawestandina operasyonên leşkerî yên li Lubnanê û astengkirina binpêkirinên agirbestê be.