Ji Îranê pêngava Tengava Hurmuzê: Qada kontrolê hate firehkirin!

Rêveberiya Tehranê ragihand ku qada xwe ya kontrolkirina Tengava Hurmuzê heta bi peravên Îmaratê berfireh kiriye.

Îranê diyar kir ku kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê fireh kiriye ku ji bo bazirganiya petrolê ya global cihekî gelekî girîng e.

"Otorîteya Tengava Kendava Basrayê" ya ji aliyê Îranê ve nû hate avakirin, ragihand ku qada xwe ya kontrolê heta bi başûrê Bendergeha Fuceyre ya Îmaratê dirêj kiriye.

Rêveberiya Tehranê piştî êrişên Îsraîl-DYE'yê yên 28'ê Sibatê destpê kirin, di pêvajoya şerê Rojhilata Navîn de trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê di pratîkê de kontrol kir.

Li gel agirbesta ku 8'ê Nîsanê hate ragihandin jî Îran weke şert ferz dike ku keştiyên ji tengavê derbas bibin divê destûrê ji hêzên çekdar ên Îranê bixwazin.

ÎMARATÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Daxuyaniya Îranê li Kendavê bû sedema rageşiyeke nû. Şêwirmendê Serokê Îmaratê Enver Gargaş bi gotinên tund hewldana Îranê rexne kir.

Gargaş li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û got, "Rejîma Îranê piştî têkoşîna leşkerî hewl dide rastiyeke nû ferz bike. Lê belê hewldanên ji bo kontrolkirina Tengava Hurmuzê û ziyandayina li serweriya deryayê ya Îmaratê tenê xeyal e."

Tengava Hurmuzê ji bo veguhestina petrolê ya cîhanê weke rêyeke stratejîk a deryayî tê dîtin. Rageşiya nû ya li herêmê ji aliyê bazara enerjiyê û bazirganiya global ve ji nêz ve tê şopandin.