Ji Îranê ji bo Tengava Hurmuzê saziyeke nû ya deryavaniyê

Îranê ji bo zêdekirina kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê ku yek ji xalên herî krîtîk ên bazirganiya enerjiyê ya cîhanê ye, saziyeke nû ya dewletê ava kir

Li gorî weşana deryavaniyê Lloyd’s List, rêveberiya Tehranê bi armanca pesendkirina derbasbûna keştiyan û komkirina xercên derbasbûnê, bi navê “Otorîteya Tengava Kendava Basrayê” (PGSA) saziyeke nû ava kiriye.

Tengava Hurmuzê ku nêzî pêncyeka veguhastina petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di ser re derbas dibe, piştî şerê herêmî yê bi navendiya Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû, veguherîbû qadeke mezin a aloziyê. Tevî ku agirbest hatibe ragihandin jî, dema ku kontrolên Îranê yên li tengavê berdewam dikin, DYA jî li ser benderên Îranê ablûkayê pêk tîne.

Li gorî agahiyên Lloyd’s Listê, saziya nû ya PGSA ji keştiyên ku dê di Hurmuzê re derbas bibin agahiyên berfireh daxwaz dike. Divê agahiyên wekî saziya xwedîtiya keştiyan, agahiyên sîgorteyê, lîsteya muretebatê û rotaya plankirî ji meqamên Îranê re bên şandin.

Hate diyarkirin ku PGSA, di mijara dayîna destûra derbasbûna ji tengavê de wekî "yekane saziya rayedar" hatî pênasekirin.

Press TV ya ser bi dewleta Îranê ku bi zimanê Îngilîzî weşanê dike jî, di rojên borî de ragihandibû ku ji bo bihêzkirina serweriya Tehranê ya li ser Hurmuzê pergaleke nû hatiye avakirin. Di nûçeyê de hate gotin ku bi rêya e-peyaman "ferman" ji keştiyên ku di tengavê re derbas dibin re tên şandin.

Rayedarekî Parlamentoya Îranê jî di daxuyaniya xwe ya meha Avrêlê de ragihandibû ku dahatên yekem ji xercên derbasbûnê yên ku li Tengava Hurmuzê dest pê kirine, hatine bidestxistin.

Pispor destnîşan dikin ku ev gava Îranê dikare hem encamên aborî hem jî stratejîk biafirîne; bi taybetî di warê bazarên enerjiyê yên cîhanê û veguhastina deryayî ya navdewletî de dikare bibe sedema nîqaşên nû.