Çînê têkildarî rageşiya li Rojhilata Navîn hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde kir. Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi li Pekînê bi hempîşeyê xwe yê Îranî Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê daxuyanî da û ji bo herêmê banga "Agirbesta bi lez" kir.
Wang Yi anî ziman ku dewamiya şer nayê qebûlkirin û got, "Bêyî derengketinê divê şer bê rawestandin. Nayê qebûlkirin şer jinûve bê geşkirin. Gelekî girîng e ku muzakere dewam bike."
Wezîrê Çînî her wiha bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê kir ku Tengava Hurmuzê "di dema herî kurt de vekin" ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya global krîtîk e.
ŞERÊ DYE Û ÎRANÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ
Aliyê DYE'yê jî ragihand ku pêvajoya leşkerî ya li herêmê derbasî qonaxeke nû bûye. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio anî ziman ku operasyona bi navê "Hêrsa Destanî" bi dawî bûye û Washington êdî tenê di "asta parastinê" de ye. Rubio anî ziman ku wê pêşnûme biryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin ku ger û geşta li Tengava Hurmuzê bi rengekî azad bê pêkanîn.
OPERASYONA HURMUZÊ HATE RAWESTANDIN
Serokê DYE'yê Donald Trump jî beriya bi demeke kurt ragihand ku operasyona eskorta ji bo keştiyan hatiye rawestandin ku di çarçoveya "Projeya Azadiyê" de dihate meşandin. Trump diyar kir ku ev biryar hem ji ber serketina leşkerî hem jî ji ber pêşketina di muzakereyên bi Îranê re hatiye wergirtin. Lê belê hate ragihandin ku dorpêça DYE'yê ya li ser bendergehên Îranê hîn jî dewam dike. Washingtonê her wiha got, ev biryar di serî de Pakistan li se daxwaza hin welatan hatiye wergirtin.
Li aliyê din rageşiya li herêmê hîn bi temamî bi dawî nebûye. Saziya ewlekariya deryayî UKMTO ku navenda wê li Îngilistanê ye, diyar kir ku êvara Sêşemê bi çekeke ku "çavkaniya xwe nayê zanîn" li keştiyeke bar a li Tengava Hurmuzê hatiye xistin.
BORSA EWROPAYÊ BILIND DIBE
Bendewariya li ser kêmbûna rageşiya jeopolîtîk, bandoreke erênî li bazarê kir. Borsayên Ewropayê bi bilindbûneke xurt dest bi hefteyê kirin. Li Paris, Frankfurt, London û Milanoyê endeksan bi rêjeya ji sedî 1 bi qîmet bûn. Analîst dibêjin, rawestandina operasyona leşkerî ya DYE'yê û dibetiya çareseriya dîplomatîk xweşbîniya li bazarê xurt kiriye.