DYE û Îran hev sûcdar dikin: Li gorî Trump agirbest dewam dike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku li gel şer jî agirbesta bi Îranê re dewam dike. Îranê îdîa kir ku DYE agirbestê binpê dike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku li gel şer jî agirbesta bi Îranê re dewam dike. Îranê îdîa kir ku DYE agirbestê binpê dike.
DYE'yê ragihand ku piştî êrişa li ser keştiyên Emerîkî yên li Tengava Hurmuzê "navendên leşkerî" yên Îranê bûne hedefa êrişên wan. Îranê jî Washington sûcdar kir ku destpêkê wan agirbest binpê kiriye û bersiv dane keştiyên leşkerî yên Emerîkî. Li herêmê şer ji nû ve gur bû. Serokê DYE'yên Donald Trump îdîa kir ku agirbest hîn jî di meriyetê de ye.
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Pêncşemê daxuyanî da rojnamevanan û gavên Îranê yên li hemberî hêzên Emerîkî biçûk nîşan da û got, "Îro bi me re lîstin. Me jî ew paqij kirin. Ez ji vê re meseleyeke nehêja dibêjim." Trump îdîa kir ku li gel şer jî agirbest dewam dike.
Rêveberiya Washingtonê ragihand ku piştî êrişa li ser hin keştiyên Emerîkî yên li Tengava Hurmuzê wan li hedefên leşkerî yên li Îranê xistine.
Fermandariya Giştî ya Îranê jî îdîa kir ku destpêkê DYE'yê agirbest binpê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku li televîzyona dewletê hate weşandin, tankekere petrolê û keştiyeke din a ji peravên Îranê bi rê ket, bûn hedefa aliyê DYE'yê, li hemberî vê yekê jî êriş li hemberî keştiyên leşkerî yên Emerîkî hate kirin û "xisareke girîng" li keştiyan bû.
Televîzyona dewletê ya Îranê her wiha diyar kri ku li bendergeha Girava Keşm a li Tengava Hurmuzê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Piştî ku şer di 28'ê Sibatê de destpê kir, rêveberiya Tehranê kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê şidand ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanê gelekî girîng e. Di serî de li Îran û Lubnanê di şer de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û şer bandoreke giran li aboriya global kir.