Dîmenên di fîloya Xezeyê de krîz derxist: Li dijî Ben Gvir nerazîbûna navneteweyî

Wezîrê rastgir ê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, dîmenên ku di fîloya Xezeyê de muameleyê xirab li çalakvanên Ewropî dike, parve kir. Ev parvekirin rastî nerazîbûnên navneteweyî hat.

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, dîmenên çalakvanên Ewropî yên ku hewl didan bi floya navneteweyê biçin Xezeyê hatin binçavkirin û rastî muhameleyên xirab hatin nîşan dide, parve kir. Parvekirina Ben-Gvir bû sedema nerazîbûneke navneteweyî.

Fîloya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li Deryaya Spî hate rawestandin, birin Bendera Aşdodê. Dîmena ku ji aliyê Ben-Gvir ve hatiye parvekirin nîşan dide ku çalakvan li ser çokan in, destên wan girêdayî ne û stuyên wan hatine xwarkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku hewl tê dayîn bi zorê çalakvaneke jin li erdê bê dirêjkirin.

Ben-Gvir dîmenê li ber marşa netewî ya Îsraîlê û peyama, "Hûn bi xêr hatin Îsraîlê, ev mala me ye" parve kir.

Dîmen bûn sedema nerazîbûna navneteweyî. Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, diyar kir ku ev rewşeke ku "neyê pejrandin e" û got ku muameleya li dijî aktivîstan binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye.

Wezîrê Karûbarên Derve ya Fransayê Jean-Noël Barrot, ji ber muameleya xirab a li hember welatiyên Fransayê bang li Sefîrê Îsraîlê ya li Parîsê kir

Spanya û Îrlandayê jî helwesta Ben Gvir wekî ‘hêwilnak’ bi nav kirin.

Rêveberiya DYE jî helwesta Ben-Gvir rexne kir. Sefîrê DYE Mike Huckabee yê li Îsraîlê got, "Kiryarên li fîloyayê bêaqil bû, lê Ben-Gvir xiyanet li rûmeta gelê xwe kir."

Nerazîbûn di nav Îsraîlê de jî zêde bûn. Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve Gideon Sa'ar rexne li helwesta Ben-Gvir kirin. Sa'ar got, "Te bi van dîmenên şermdêr zirarê da dewletê."