Di xeta Trump-Netanyahu de rageşiya Îranê

Hate ragihandin ku di hevdîtineke bi rêya telefonê ya navbera Serokê DYE’yê Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de têkildarî mijara Îran û Rojhilata Navîn nelihevkirineke tund çêbûye.

Hate diyarkirin ku hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ku hevdîtin têkildarî şerê li Rojhilata Navîn û lihevkirina muhtemel a li gel Îranê bûye, gelekî nebaş derbas bûye. Li gorî çavkaniyên ku ji çapemeniya Emerîkî re axivîne, Netanyahu piştî hevdîtina berbehs dîn û har bûye.

Hevdîtina ku ji aliyê televîzyona Îsraîlî N12’ê ve weke ‘’dirêj û dramatîk’’ hate pênasekirin piştre ji aliyê Axios û The Wall Street Journalê ve jî hate teyîdkirin. Li gorî îdîayê, alî di mijara pêşniyareke nû ya têkildarî bidawîkirina şerê li gel Îranê de ketine nava nelihevkirineke mezin.

Li gorî nûçeyan, Netanyahu ji lihevkirineke muhtemel a wê li gel Îranê were kirin, bawer nake û dixwaze vebijarka leşkerî were domandin. Trump jî dibêje ku ji bo çareseriyeke dîplomatîk divê ew serî li hemû rêyan bidin.

Hate îdîakirin ku di hevdîtina berbehs de Trump ji Netanyahu re diyar kiriye ku ew li ser deklarasyoneke niyetê ya bidawîkirina şerî armanc dike, dixebite.  Di çarçoveya planê de tê armanckirin ku pêşiyê şer û pevçûn werin sekinandin, piştre jî li ser mijarên weke bernameya nukleerî ya Îranê û jinûvevebûna Tengava Hurmuzê muzakereyeke 30 rojî were kirin.

Li gorî çavkaniyên Îsraîlî û Emerîkî, di mijara nexşerêya navbera her du serokan de nelihevkirinên mezin derketine holê. Çavkaniyeke DYE’yî, îfadeyên weke ‘’Bîbî (Netanyahu) piştî hevdîtinê dîn û har bûbû’’ bi kar anîn û hate diyarkirin ku Balyozxaneya Îsraîlê ya Washingtonê jî ji endamên kongreyê yên Emerîkî re gotine ku Netanyahu ji hevdîtinê endîşe bûye.

Trump jî îro daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji îhtimala lihevkirinê bawer dike lê belê ger hewce bike ew amade ne şerî jî bidomînin. Trump di mijara Îranê de ji bo Netanyahu got ku ‘’ew ê ya ku ez dixwazim, bike’’ û ev yek anîn ziman: ‘’Yan em ê heya dawiyê biçin yan jî ew ê lihevkirinekê îmze bikin. Em ê bibînin wê çi bibe.’’

Rêveberiya Îranê jî diyar kir ku ew pêşniyareke hatiye sererastkirin dinirxînin. Lê belê Tehranê diyar kir ku divê DYE kiryarên xwe yên li ser keştiyên Îranê bi dawî bike û malhebûnên Îranê yên hatine cemidandin serbest berde.  Her wiha Îranê bidawîkirina şerê li Lubnanê jî weke şert nîşan da.

Li gorî çavkaniyên Îsraîlê, tê payîn ku Netanyahu di hefteyên li pêşiya me de biçe Washingtonê û bi Trump re hevdîtinekê bike.