Di navbera Îngilîstan û welatên Kendavê de peymaneke bazirganiyeke mezin
Rêveberiya Londonê, bi Konseya Hevkariya Kendavê re peymaneke ku tê hêvîkirin salane nêzîkî 5 mîlyar dolar tevkariya aborî bide, îmze kir.
Rêveberiya Londonê, bi Konseya Hevkariya Kendavê re peymaneke ku tê hêvîkirin salane nêzîkî 5 mîlyar dolar tevkariya aborî bide, îmze kir.
Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî ragihand ku bi Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) re li ser peymaneke berfireh a bazirganiya azad li hev kiriye. Tê payîn ku ev peyman di demeke dirêj de her sal nêzîkî 5 mîlyar dolarî tevkariyê bide aboriya Înglandê.
Konseya Hevkariya Kendavê ji van welatan pêk tê: Behreyn, Kuweyt, Oman, Qeter, Erebîstana Siûdî û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî.
Ev peyman, piştî êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê ku di meha sibatê de pêk hatibûn û di bin siya fikarên li ser dabînkirina enerjiyê û rageşiya zêde ya li Rojhilata Navîn de hat îmzekirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Înglandê Peter Kyle diyar kir ku ev peyman di hawirdora bêîstîqrariya gerdûnî ya ku zêde dibe de, peyama ewlehiya aborî dide.
DETAYÊN PEYMANÊ
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Îngilîstanê, di çarçoveya peymanê de welatên Kendavê dê sedî 93’yê bacên gumrukê yên li ser hilberên Îngilîz rakin. Bi vî rengî tê hêvîkirin ku bi taybetî sektorên wekî otomotîv, hewagerî, elektronîk, xurek û vexwarinê qezencên girîng bi dest bixin.
Bi vê peymanê re dê hilberên wekî dexlûdan, penêrê cheddar, çîkolata û rûnê nivîşkî yê Îngilîz bikaribin bêyî baca gumrukê bikevin bazara Kendavê.
Rêveberiya Londonê jî pejirand ku bacên gumrukê yên li ser welatên Kendavê kêm bike. Lê belê, kelûpelên sereke yên ku Kendav hinardeyî Îngilîstanê dike, ango petrol û gaza xwezayî, jixwe ji bacê muaf bûn.
Peyman ne tenê bazirganiya mal û kelûpelan; di heman demê de xizmetên darayî, bazirganiya dîjîtal, telekomunîkasyon û mekanîzmayên parastina veberhênanê jî dihewîne. Sekreterê Giştî yê KHK’ê Casim Mihemed Albudaîwî got ku peyman dê ji bo pargîdanî, veberhêner û welatiyan sûdên aborî yên berbiçav peyda bike.
PAŞVEÇÛNA SINCÎ
Li aliyê din, rêxistinên mafên mirovan ev peyman rexne kirin. Li gorî nûçeya Reutersê, Dîrektorê Trade Justice Movement Tom Wills destnîşan kir ku di peymanê de nebûna xalên girêdêr ên mafên mirovan "paşveçûneke sincî" ye.
Her wisa rexne li ser mekanîzmaya çareserkirina nakokiyên veberhêner-dewletê jî hatin kirin. Mixalif diyar dikin ku ev sîstem dê derfeta dozvekirina li dijî hikûmeta Îngilîz bide veberhênerên Kendavê.