Bafil Talabanî û Tom Barrack li Bexdayê li hev rûniştin

Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê DYE'yê Donald Trump ê ji Karên Iraq û Sûriyeyê Berpirsyar Tom Barrack re hevdîtin kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê YNK'ê Bafil Celal Talebanî derbarê naveroka civîna bi Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê ji bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack de daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doh êvarî li Bexdayê Bafil Celal Talabanî û Tom Barrack civiyane. Hate gotin ku di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî amade bû, bûyerên dawî hatin nirxandin. Li gorî daxuyaniyê her du aliyan lihevkirina navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê ji bo parastina aramiya herêmê bi girîng dîtin.

Hate destnîşankirin ku ji bo pêkanîna aramiya siyasî, aborî û ewlehiyê, behsa piştgirîkirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye kirin, da ku karibe qeyran û astengiyan derbas bike.

Di civînê de Bafil Talabanî nerazîbûna xwe ya derbarê avanekirina kabineya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û got: “Rewatî û pêbaweriya hikûmeta niha ya Herêmê xerîke dikeve bin pirsiyarê.”

Her wiha di civînê de pirsgirêka enerjiyê hat nîqaşkirin û Serokê YNK’ê anî ziman ku Herêma Kurdistanê dikare bi plansaziyeke stratejîk pirsgirêka enerjiyê li seranserî Iraqê çareser bike.

Hêjayî gotinê ye ku niha Tom Barrack li Hewlêrê ye û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de ye. Biryar e piştre ligel berpirsên din ên PDK’ê, Mazlum Abdî û berpirsên ENKS’ê jî bicive.