Azîzî: Bêyî gavên cihê baweriyê, peyman nabe

Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Konseya Şûra ya Îranê Îbrahîm Azîzî got, ji bo lihevkirineke bi DYE'yê re divê Washington pênc gavên cihê baweriyê biavêje, naxwe muzakere wê bi wate nebe.

ÎBRAHÎM AZÎZÎ

Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Konseya Şûra ya Îranê Îbrahîm Azîzî got, ji bo lihevkirineke bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re divê Washington pênc gavên cihê baweriyê biavêje, naxwe muzakere yan jî lihevkirinek wê bi wate nebe.

Azîzî ji televîzyona Îranê re axivî û ji bo gavên bêne avêtin ev agahî da; Di serî de Lubnan şerê li hemû eniyan bê bidawîkirin, dorpêça deryayî bê rakirin, di bin çavdêriya Îranê de keştiyên ne leşkerî bi rengekî ewle ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, pêkanînên petrolê ji bo 30 yan jî 60 rojî bêne rawestandin û hebûneyên Îranê yên cemidandî serbest bêberdan.

Azîzî her wiha anî ziman ku "Îran a piştî şer ji Îran a beriya şer gelekî cuda ye" û diyar kir ku lihevkirineke gengaz nayê wateya bidawîbûna şerekî bi DYE'yê re.

Daxuyaniyên navborî piştî pêşketinên têkildarî mekanîzmayên ragihandinê yên DYE-Îranê hate dayin ku bi navbeynkariya Pakistan û Qatarê bi rengekî neyekser têne meşandin. Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de serokê heyeta danûstandinê ya Îranê Mûhammed Bakirî Kalîbaf roja Duşemê serdana paytexta Qatar Dohayê kir.

Serokê DYE'yê Donald Trump anîbû ziman ku muzakereyên bi Komara Îslamê ya Îranê re "baş derbas bûye" û destnîşan kiribû ku pêvajo "ya wê ji bo her kesî bibe peymaneke mezin" yan jî "ti peyman wê nebe" bi encam bibe. Trump her wiha peymaneke gengaz bi şertê "Divê welatên Ereb û Îslamê piştgiriyê bidin Peymanên Brahîm" girêdabû.