Îsraîl: Em ji Lubnanê xakê naxwazin, lê em ê venekişin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îdîa kir ku welatê wî ji Lubnanê xakê naxwaze. Gideon Saar ragihand ku Îsraîl ji "herêma ewlekariyê" ya li başûrê Lubnanê venakişe.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bi Wezîrê Karên Derve yê Zelandaya Nû re hevdîtina telefonê kir û piştre daxuyanî da û îdîa kir ku ti daxwaza Îsraîlê ya ji bo li Lubnanê xak bi dest bixe, nîne.

Saar ev tişt got, “Li Lubnanê ti armanca me ya ji bo bidestxistina xakê nîne. Lê belê em ji bo parastinê, ji herêma ewlehiyê venakişin.”

ŞERTÊ JI BO DOMKIRINA AGIRBESTÊ

Wezîrê Îsraîlî diyar kir ku welatê wî dê girêdayî agirbesta li Lubnanê bimîne, lê divê Hîzbûllah jî li gorî agirbestê tevbigere.

Saar got, “Hingî ku Hîzbûllah agirbestê binpê neke, Îsraîl wê hurmet nîşanî agirbesta li Lubnanê bide.”

TASFIYEYA HÎZBÛLLAHÊ XWEST

Saar di daxuyaniya xwe de Hîzbûllah jî hedef girt û diyar kir ku divê rêxistin were belavkirin. Saar îdîa kir ku Hîzbûllah amûreke bandora Îranê ya li herêmê ye û diyar kir ku ev yek wê hem li gorî berjewendiyên Lubnanê hem jî li gorî yên Îsraîlê be.

Saar her wiha destnîşan kir ku serweriya Lubnanê ev demek dirêje ji aliyê Îranê ve bi rêya Hîzbûllahê tê binpêkirin.