Îranê DYA bi ‘serpêhatîxwazî û çetegeriyê’ tawanbar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, piştî êrîşên DYA’yê yên li Tengava Hurmuzê yên li ser tankerên neftê yên bi ala Îranê, Washington bi "serpêhatîxwazî" maceraperestî û "reftarên çetegerî" tawanbar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, li ser platforma medya dîjîtal X’ê daxuyaniyek da û bertekeke tund nîşanî êrîşên artêşa DYA’yê yên li Tengava Hurmuzê yên li ser keştiyên Îranê da.

Beqayî di daxuyaniya xwe de got: "Gotinên wekî ‘sileya sivik’ ku bi awayekî xapînok û safî têne bikaranîn; nikarin şerma kûr a ku ji narsîsîzm, çavbirçîtî, hesabên şaş ên bêserûber û bêberpirsyariya qanûnî derketî holê, veşêrin."

Beqayî her wiha anî ziman: "Encamên vê serpêhatîxwaziya kêfî û reftarên çetegerî êdî ji bo hemû cîhanê bi awayekî eşkere li ber çavan in. Parvekirinên ji hev qut û xapînok êdî li ser rastiyê tu bandoreke wan nîn e."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku artêşa DYA’yê ragihand ku wan gule barandine ser du tankerên neftê yên bi ala Îranê yên ku hewl didan dorpêça DYA’yê ya li ser benderên Îranê bişkînin.

Rêveberiya Washingtonê diyar kir ku ev êrîş di çarçoveya operasyonên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê de hatine kirin û ragihand ku ew ji bo pêşniyara agirbestê li benda bersiva Tehranê ne.