Hate eşkerekirin ku Îranê bersiva xwe ya li ser pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, bi rêya Pakîstanê gihandiye aliyê din.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê de ku roja Yekşemê hate weşandin, hate gotin: "Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemê, bi rêya navbeynkariya Pakîstanê bersiva xwe ya ji bo deqa dawî ya ku DYA’yê pêşkêş kiribû, şand." Lêbelê derbarê naveroka bersivê de hûrgulî nehatin parvekirin.
Çavkaniyên ji her du aliyan ku ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku hewildanên dîplomatîk ên dawî li ser protokoleke lihevkirinê ya demkî hûr bûne; bi armanca ku şer bi dawî bibe û trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê ji nû ve dest pê bike.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku alî ji bo peymaneke berfirehtir hevdîtinên xwe didomînin û tê payîn ku ev pêvajo mijarên bingehîn ên wekî bernameya nukleerî ya Îranê jî di nav xwe da bihewîne.