Îran: Îmarat hevkarê çalak ê şer e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçi îdîa kir ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) di êrîşên li dijî Îranê de bi DYE û Îsraîlê re roleke çalak lîst. Rêveberiya Ebû Dabî îdîayan red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî îdîa kir ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) di şerê li dijî Îranê de "hevkarê çalak" ê DYE û Îsraîlê ye.
Eraqçî dema ku beşdarî civîna BRICS li Hindistanê bû, di daxuyaniya li ser Telegramê de got, “Bê guman Îmaratên Yekbûyî yên Erebî di êrîşa li dijî Îranê de hevkarekî çalak e."

Wezîrê Îranî bal kişand ser civîna di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî Mihemed bin Zayed El Nahyan ku di çapemeniya Îsraîlê de wekî "civînek veşartî" hate ragihandin. Rêveberiya Ebû Dabî civînê red dike.
Eraqçî got, "Îmaratê rasterast di êrîşa li dijî welatê me de cih girt. Ji destpêka êrîşê ve wan şermezarkirin jî red kir.”

Rayedarê Îranî wiha berdewam kir: “Êdî eşkere ye ku ew beşdarî van êrîşan bûne. Dibe ku rasterast li dijî me tevgeriyabin.”

RAGEŞIYA LI KENDAVÊ BERDEWAM DIKE

Têkiliyên di navbera Îran û Îmaratê de ji êrîşên DYE-Îsraîlê yên ku di 28’ê Sibatê de dest pê kirin ve pir bi aloz e. Piştî van êrîşan, Îranû bersiv da Îsraîlê û dewletên Kendavê yên hevalbendên DYE’yê.
Her çiqasî agirbesta hesas ji 8’ê Nîsanê ve di meriyetê de ye jî, televîzyona dewleta Îranê dest bi weşandina şîroveyên ku Îmaratê di êrîşên li dijî Îranê de rol lîstiye.
Di destpêka vê mehê de Îmaratê êrîşa bi droneyan li ser tesîseke enerjiyê li Fuceyrayê Îranê tawanbar kir, Tehran vê îdîayê red kiribû.
Rêveberiya Îranê berê welatên Kendavê tawanbar kir ku destûr dane hêzên DYE’yê ku di êrîşên li ser Îranê axa wan bi kar bînin. Welatên Kendavê van îdîayan red kirin û dibêjin ku destûr nedane ku qada hewayî an axa wan li dijî Îranê were bikaranîn.
Îmaratên Yekbûyî yên Erebî yek ji hevalbendên herî girîng ên DYE’yê li herêmê tê dîtin. Îmaratê yek ji wan çend welatên Erebî bû ku di çarçoveya Peymana Îbrahîm a ku di sala 2020’an de hat îmzekirin de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî kiribû.