Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê îdîa kirin ku hefteyên dawî di operasyonên li başûrê Lubnanê de zêdeyî 350 kes ji Hîzbûllahê hatin kuştin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, "Di operasyonên di çarçoveya lihevkirinên navbera Îsraîl û Lubnanê" de li zêdeyî 1100 hedefên Hîzbûllahê hate xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Artêşa Îsraîlê wê gefên li ser sivîl û leşkerên Îsraîlî bi dewamî asteng bike."

LI GEL AGIRBESTÊ JÎ ÊRIŞ DEWAM DIKIN

Li gel agirbesta ku ji 17'ê Nîsanê û vir ve di meriyetê de ye, êrişên hewayî yên li ser herêmên cuda yên Lubnanê dewam dikin. Hîzbûllahê jî diyar kir ku êriş biriye ser hedefên Îsraîlê.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji destpêka şer û vir ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 2 hezar û 869 kes mirin. Bi dehan kes piştî ragihandina agirbestê hatin kuştin.

LI BAJAROKEKÎ 6 KES HATIN KUŞTIN

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî (NNA) ragihand ku Îsraîlê şeva Duşemê êrişeke hewayî biriye ser bajarokê Kfar Dunin û di encamê de 6 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.

LI BEKAAYÊ BANGA VEGUHESTINÊ

Li aliyê din artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û bang li şêniyên li bajarokê Sohmorê kir ku herêmê biterikînin. Her wiha hate gotin, dibe ku bombardûmanên nû bêne kirin.