QSDˊê îdiayên ku dibêjin êrîşî Firqeya 17ˊan û Bokemalê kirine derewandin
QSDˊê îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrîşî navenda Firqeya 17ˊan û Bokemalê kirine derewandin.
QSDˊê îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrîşî navenda Firqeya 17ˊan û Bokemalê kirine derewandin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên ku hêzên wan êrîşî hin cihan kirine derewandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Hin aliyan nûçeyên derew der barê çalakiyên hêzên me di destpêka sala nû de belav kirine. Wan aliyan îdia kir ku hêzên me bi balafirên bêmirov êrîşî navenda Firqeya 17ˊan a li derdora bajarê Reqayê kir û hinan jî îdia kir ku hêzên me Bokemal bombebaran kir.
Ev nûçeyên derew tu têkiliya xwe bi rastiyê re nîn in.
Hêzên me diyar dikin ku em di her warî de amade ne ku van îdiayan aşkera bikin û aliyên li piş van îdiayan berpirsiyarên armanc û encamên wan dibînin."