QSD: Hikûmeta veguhêz xaleke me ya kontrolê hedef girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku komên çekdar ên hikumta veguhêz a Sûriyeyê bi 2 dronên xwekuj êriş birin ser xaleke wan li gundewarê Reqayê.

Navenda çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên hikumeta veguhêz xaleke wan li Reqayê topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Îro 3/1/2026'an, di seat 16.00 piştî nîvro de , çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê , bendeke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Heqil El Sewra ya girêdayî bajarê Reqayê, bi 2 dronên xwekuj û çekên giran Topbaran kirin ."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.