QSD: Di hevdîtinê de dosyaya entegrasyona leşkerî hat nîqaşkirin

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku fermandarên QSD’ê bi rayedarên hikumeta veguhêz re entegrasyona leşkerî nîqaş kirine û her du aliyan li ser berdewamkirina civînan li hev kirine.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Îro sibehê, di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên QSDˊê bi rayedarên hikumeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir.

Her du aliyan li hev kir ku di qonaxa bê de jî civînan bidomînin, da ku nîqaşan temam bikin û vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamekê bi dest bixin."