Di pêvajoyên dawî de pêşketinên leşkerî û siyasî li Sûriyeyê zêde bûne û bi taybetî pevçûnên li Helebê. Hevdîtinên yên ji bo entegrasyonê yên di navbera QSD û Şamê de hatin paşxistin. Daxuyaniyên Tirkiye û Şamê yên li ser "entegrasyona ferdî" çêdibin. Piştî Kurd û Durzî, Elewiyan jî dest bi daxuyakirina daxwazên xwe yên ji bo rêveberiyeke federal û nenavendî kirin. Ev pêşketin nîşan didin ku li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye.
Endamê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Viyanayê Profoser Dr. Naif Bezwan, behsa şikestinên li qada Sûriyeyê, helwestên aktorên herêmî û senaryoyên muhtemel kirin.
'ROLA KU TIRKIYE JI BO SÛRIYEYÊ PLAN DIKE MODELEK DÎKTATORÎ YE'
Bezwan, rexne li gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û avahiya siyasî ya ku ew ji bo Sûriyeyê dizayn dike kir û anî ziman ku ev nêzîkatî ne çareseriyan, berevajî zemîna pevçûnan diafirîne û ev tişt got:
"Modela yekreng û tekparêzî ya ku Tirkiye ji bo Sûriyeyê ferz dike nêzîkatiyek dîktatorî ye ku maf û azadiyên pêkhateyên bingehîn ên welêt paşguh dike. Ev nêzîkatî çareseriyek siyasî ya adil û berfireh red dike û şer, pevçûn û aloziyê dide pêşiyê. Ji ber ku ‘pergala îdîal’ a ku ferz dikin ne projeyek e ku bêyî zilm û pevçûnê were bicîhanîn. Têgihîştinek siyasî û ewlehiyê ku danûstandin û aştiyê ji holê radike û armanc dike ku bi rêya pevçûnê qadeke bandorê biafirîne, heye."
'HELEB Û TÎŞRÎN BARIYERÊN PARASTINÊ NE'
Bezwan, destnîşan kir ku pevçûnên li Helebê ne şerekî xwecihî ne, şerekî herêmî ye. Bezwan, diyar kir ku parastina Heleb û Tişrînê xeteke stratejîk e ku ne tenê van deveran, hemû Rojava û tevahiya Kurdistanê diparêze û got ku qelskirina vê xetê dê tevahiya herêmê bixe nava xeteriyê.
Bezwan, rexne li ferzkirina çareseriyeke navendîperestiyê û "entegrasyona ferdî" kir û diyar kir ku ev tê wateya rejîmeke girêdayî Tirkiyeyê, zêde navendî û otorîter. Bezwan, da zanîn ku ev nêzîkatî dê çareseriyekê çêneke, berovajî dê Sûriyeyê bixe nav pevçûneke nû û şerekî navxweyî yê muhtemel.
'NÊZÎKATIYEK KU DANÛSTANDINÊN SIYASÎ RED DIKE HEYE'
Bezwan, diyar kir ku hemleyên Tirkiyeyê ku bi rêya rejîma Şamê û HTŞ'ê tê meşandin, ‘lêgerîna rewatiyê’ ye ku armanc dike şer berfireh bike. Bezwan, destnîşan kir ku li şûna destwerdana rasterast, Tirkiye Şamê û hêzên din sor dike û got ku ev nêzîkatî danûstandin û çareseriyek siyasî ji holê radike.
'HEMÛ PÊKHATEYÊN LI SÛRIYEYÊ ELEWÎ JÎ DI NAV DE, ÇARESERIYEK FEDERAL DIXWAZIN'
Bezwan, diyar kir ku avahiya piralî ya Sûriyeyê nikare ji hêla sîstemeke tekparêz û navendî ve were birêvebirin û da xuyakirin ku daxwaza çareseriyeke federal ne tenê bi Kurdan ve sînordar e, gelek pêkhate ku Elewî jî di nav de ne, bi eşkereyî daxwazên xwe anîne ziman. Bezwan got ku ev rewş rewatiya QSD'ê xurt dike.
Wekî din, Bezwan destnîşan kir ku wekhevkirina Erebên Sunnî yên li Sûriyeyê bi Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) re xelet e û bi bîr xist ku beşek mezin a QSD'ê ji Erebên Sunnî pêk tê. Bezwan, da zanîn ku aştî û yekîtî li Sûriyeyê tenê bi modelek nenavendî û federal pêkan e û got ku ev rastî her ku diçe hê bêhtir xuya dibe.
'TIRKIYE LI SER NAVÊ HTŞ'Ê BEŞDARÊ PEYMANA 10'Ê ADARÊ YE'
Bezwan, destnîşan kir ku Peymana 10'ê Adarê peymanek hevkariyê ye ku di navbera du pêkhateyên sereke de hatiye îmzekirin û Tirkiye ne aliyek wê ye. Bezwan, şîrovekirina keyfî ya Tirkiyeyê ya li ser vê peymanê, ku bi rêya "entegrasyonê" hincetek ji bo şer çêdike wekî nêzîkatiyek kolonyalîst bi nav kir û got ku ev helwest dê nebe sedema çareseriyê, dê bêtir alozî û parçebûnê biafirîne.
ÎHTÎMALA VEGERA RÛSYAYÊ BO HERÊMÊ
Bezwan, anî ziman ku vegera Rûsyayê bo Sûriyeyê li ser bingeha sedemên stratejîk e û got, “Rûsya stratejiyeke demdirêj bi armanca avakirina hebûneke mayînde li Rojhilatê Deryaya Spî, dişopîne. Berevajî vê, aktorên wekî Şam, Tirkiye û Îsraîl Rûsyayê bêtir wekî faktorekî hevsengiya taktîkî an jî "planeke yedek" dibînin.
Bezwan, diyar kir ku vegera Rûsyayê bo qadê dê ji bo Kurdan encamên erênî dernexe holê û destnîşan kir ku Moskow niha hebûna xwe bi rêya rejîma heyî ya li Şamê rewa dike. Bezwan, da xuyakirin ku ev rewş çareseriyeke demokratîk û mayînde xurt nake.
Bezwan, anî ziman ku QSD’ê di qada Sûriyeyê de aktorekî diyarker e û got ku hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê cografîk ve xurt e. Bezwan, destnîşan kir ku QSD’ê bi pêşniyareke çareseriyê ya nenavendî û kêmtirîn li ser maseyê ye û got ku vekişîna ji xeta Heleb û Tişrînê ne mimkûn e.
Bezwan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê mijara herî bingehîn a sala 2026’an dê xurtkirina hevkariya di navbera hêzên Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de be.