Hêzên hikumeta Şamê bombe li derdora Bendava Tişrînê barandin

Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êriş birin ser derdora Bendava Tişrînê. Êrişa dawî bi droneyên kamîkaze hate kirin.

TIŞRÎN

Li gorî agahiyan, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro saet navbra 11.00’an û 12:00’an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.

Hate ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê saet 16.00’an bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên wê birîndar bûne.