Hevdîtina navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû

Hate ragihandin ku hevdîtina navbera heyetên Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Şamê ya li ser Peymana 10'ê Adarê hate taloqkirin.

SÛRIYE-ROJAVA

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyand, "serdana biryar bû ku fermandarê Giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (29 kanûn 2025) li Şamê pêk anîbana ji ber sedemên teknîkî hat taloqkirin."

QSD’ê ragihand ku ji ber hazirtiyên lojîstî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û  got, dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe.

QSD’ê diyar kir ku taloqkirin tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10’ê Adarê de çênake.