Ferhad Şamî: Nîqaşên derveyî civînê rastiyê nîşan nade

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSDˊê Ferhad Şamî diyar kir ku her tiştê li derveyî çarçoveya civînê were nîqaşkirin hûrgiliyên wê nîşan nade, wê hûrgilî û encamên civînê piştî bidawîbûna şêwiran werin ragihandin.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser rûpla xwe ya medyaya dîjîtal diyar kir ku " Civîna fermandarên QSDˊê bi hikumeta veguhêz re ya di çarçoveya nîqaşkirina entegrasyona leşkerî de, bi dawî bû."

Şamî got: "Hêzên me diyar kir ku wê hûrgilî û encamên civînê bi awayekî fermî piştî bidawîbûna şêwiran werin ragihandin. Lê tiştê niha tên parvekirin li derveyî vê çarçoveyê û hûrgiliyên civînê ne."

Di dewamê de Ferhad Şamî anî ziman ku "Nîqaş li gorî bingehên pîşeyî û berpirsiyariyê têne kirin, encamên baş-lêkolînkirî misoger dikin, aştî û aramiyê di rêza pêşîn de digirin."