Di sala 2025’an de li Sûriyeyê zêdeyî 9200 kes hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di sala 2025’an de li Sûriyeyê 9 hezar û 200 kes ku piranî jin û zarok in, hatin qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2025ˊan a kiryarên tundî, sûc û qetilkirinên bi ajoyên taîfperestî û tolhildanê parve kir. SOHRˊê diyar kir ku herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin.

SOHRˊê aşkera kir ku di 2025ˊan de 9272 kes, di nav de 504 zarok û 550 jin bi rêbaz û awayên cuda hatine qetilkirin; weke tesfiyekirin, înfazkirin, êşkence, pevçûn, teqîn, êrişên çeteyên DAIŞˊê û bermahiyên şer.

Di pêleên tundiya taîfî ya li herêmên peravê, hundirê Sûriyeyê û başûr û hwd 2939 kes, di nav de 68 zarok û 213 jin hatin înfazkirin.