Altan: Li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 DAÎŞ'iyên çalak hene
Rojnamevan Erdogan Altan bal kişand ser hewldanên jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê û got, "Niha li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê yên çalak hene."
Rojnamevan Erdogan Altan bal kişand ser hewldanên jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê û got, "Niha li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê yên çalak hene."
Rojnamevan Erdogan Altan ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser liv û tevgera zêde ya DAÎŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê.
Erdogan Altan anî ziman ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a bi serkêşiya Colanî li gel ku îdîa dike ku têkiliya xwe bi El Qaîdeyê re qut kiriye jî beşeke girîng a endamên wê bi DAÎŞ'ê re xwedî têkiliyeke îdeolojîk û dîrokî ye û got, "Beşek ji van kesan ji wan rêxistiniyan e ku yekser di nava refên DAÎŞ'ê de bûn. Ev rewş zemîneke guncaw diafirîne ku di nava avaniya leşkerî û siyasî ya parçebûyî ya Sûriyeyê de DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê û bibe xwedî hêz.
Bi taybetî piştî ku HTŞ li Idlib û derdora wê serwer bû û şaneyên DAÎŞ'ê xwe berdan nava van qadan, yan jî endamên wê yên berê li nava avaniya HTŞ'ê entegre bûn, êrişên terorê zêde bûn. Ji xwe mehên dawî em dibînin ku êrişên DAÎŞ'ê zêde bûn. Li gorî texmînan li tevahiya Sûriye û Iraqê nêzî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê yên çalak hene.
Her wiha çeteyên DAÎŞ'ê yên tevlî êrişên komkujiyê yên li hemberî civakên Elewî û Durzî bûn, zemînê ji êriş û komkujiyên nû re amade dikin. Tê zanîn ku bi taybetî li herêmên peravê di bin navê HTŞ'ê de gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî hatine bicihkirin."
Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku weke hemû rêxistinên Sûnî yên radîkal, DAÎŞ'ê jî ji hatina HTŞ'ê ya li Sûriyeyê sûd wergirt û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Karakterê fîgurên DAÎŞ'ê gelekî nêzî HTŞ'ê ne. Di heman demê d di şer de gelek têkiliyên xwe yên mirovî û dostaniya xwe heye. DAÎŞ jî vê yekê gelekî baş bi kar tîne û her tim xwedî plan û projeyan e; li gel ku dijminatî di nava wan de heye jî. Ji ber heman sedemê DAÎŞ'ê gelekî sûd ji vê veguherînê wergirt. Li aliyê din, hate tespîtkirin ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk jî di gelek mijaran de bi DAÎŞ'ê re xwedî têkiliyan e. Her çend hatibe ku gotin ku ev kom bi hikumeta veguhêz re bûye yek jî di rastiyê de yekbûnek nebû, ji her alî ve bi serê xwe ne, her wiha li gorî nêrîna delweta Tirk tevdigerin. Li aliyê din DAÎŞ ji kaosa giştî ya li Sûriyeyê sûdê werdigire, ji ber rêxistina xwe di rewşeke bi vî rengî de ava dike û kar dike."
Ji ber êrişên hêzên dewleta Tirk ên li ser herêmê Rêveberiya Xweser û Helebê, DAÎŞ'ê karên xwe yên li herêmê zêde kir. Li gorî çavkaniyên medyaya fermî ya hikumeta veguhêz, çete ji meha Cotmehê û vir ve li Dêr Hafir, Dêrazor û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrişan dikin. Her wiha DAÎŞ kar û kiryarên xwe jî dewam dike."
Erdogan Altan bibîrxistina êrişên DAÎŞ'ê yên ji Mijdara 2025'an heta bi dawiya Kanûna 2025'an ên li van herêman got, "Piştî ku herêm kete destê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve kar û kiryarên DAÎŞ'ê jî zêde bûn. Her wiha tê dîtin ku herdu alî bi heman nêrînê tevdigerin û dixwazin rageşiya li herêmê bê zêdekirin.
Dema ku artêşa Sûriyeyê jinûve hate birêxistinkirin û çeteyên ser bi dewleta Tirk ve tevlî vê artêşê bûn, wezîfedarkirin bi vî rengî bû: Tê gotin Firqa 72 a bi berpirsyariya Doxan (Sûltan Mûhammed Fatîh) li Helebê, Firqa 76 a bi berpirsyariya Seyf Al Din Poat (Ebû Bekir) li Hamayê, Firqa 62 a bi serkêşiya Muhammed Jasim (Ebû Emşa) ji meseleya fikih a Sûldan Suleyman Şah (Emşşat) Firqa 68 a Ahrar Şarkiye ya bi serkêşiya AHmed Hasun (Ebû Hatim Şakra) li herêma Deyr ez-Zor berpirsyar e. Li gor3ı gotinan, ev çeteyên ser bi dewleta Tirk ve, ji bakurê Sûriyeyê heta bi başûr li seranserê sînorên rêveberiya Harezmê belav bûne. Ev rêxistin li gorî berjewendiyên dewleta Tirk ava bûne. Dewleta Tirk van çeteyan her tim li ser QSD'ê ji bo zêdekirina zextê bi kar tîne.
Li herêmên ku çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk lê belav bûne, bi taybetî li Hums, Hama û Dêrazorê kar û kiryarên DAÎŞ'ê gelekî zêde ne. DAÎŞ'ê li van herêman her tim êriş kir."
Di dewama axaftina xwe de Erdogan Altan ragihand ku bandora HTŞ'ê û Colanî ya li Şamê ji bo parçebûna Sûriyeyê û DAÎŞ'ê firsendan diafirîne û got, "ji aliyê leşkerî ve valahiya desthilatdariyê derfetê dide şaneyên DAÎŞ'ê ku xwe jinûve birêxistin bike (bi navenda ji çolê); hejmara êrişan di sala 2024'an bi sê qatî zêde bû. Ji aliyê lojîstîkî ve kokên Selefî-Cîhadîst ên HTŞ'ê şensê dide DAÎŞ'ê ku çeteyên radîkal ber bi xwe ve bikişîne, lê belê şerê dem bi dem ê HTŞ'ê yê bi DAÎŞ'ê re hevrikiyê zêde dike. Pirsgirêkên entegrgasyonê yên artêşa parçebûyî û endamên DAÎŞ'ê yên ji girtîgehên Esad ên berê hatin berdan, nearamiya li herêmê mezin dike."
Li ser tevlîbûna hikumeta Şamê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê rojnamevan Erdogan Altan got, "Eşkere ye ku tevlîbûna hikumeta Şamê ya nû li nava koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê wê bi xwe re şerê navxweyî bîne. Parvekirina îstîsbaratê bi DYE'yê re û pêkhatina çend operasyonên sembolîk ên bi piştgiriya Urdunê, pirsgirêkên siyasî bi xwe re tîne: Rastiyeke li pêş çavan e ku HTŞ ji nava DAÎŞ'ê tê. Herêmeke kozmopolîtîk a weke Sûriyeyê ji ber ku bi mejiyê DAÎŞ'ê nikare bê birêvebirin, HTŞ ya wê hemû têkiliyên xwe yên bi DAÎŞ'ê re qut bike yan jî wê bi modeleke rêveberiyê ya li dijî nasnameya mozaîkê ya Sûriyeyê wê dawî li xwe bîne. Herdu rê jî zemîna şerekî nû li Sûriyeyê ava dike."
Rojnamevan Erdogan Altan bala têkiliyên HTŞ û Colanî yên bi Tirkiyeyê re kir û got, "Gelekî nêzî hev in. Tirkiyeyê ji destpêkê ve HTŞ fînanse kir û sala 2014'an li dijî YPG'ê bi kar anî. Her wiha komên SMO yên girêdayî xwe jî li nava HTŞ'ê li cihên girîng bi cih kir. Bi taybetî ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê di destê xwe de bihêle bi HTŞ'ê re gelek peyman mohr kir. Têkilî û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo HTŞ'ê rastiyeke ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Dewleta Tirk ku DAÎŞ'ê li qadê weke amûrekê bi kar tîne, di çarçoveya berjewendiyên xwe yê stratejîk ên li Sûriyeyê de DAÎŞ'ê bi dewamî bi kar tîne. Beriya niha bi mehekê bi koordîneya MÎT'ê gelek çeteyên DAÎŞ'ê ber bi bejahiya Helebê ve hate birin ku ev yek di çapemeniyê de hate weşandin. Her wiha me di analîzên xwe yên beriya niha de anî bûn ziman ku Heleb kirine baregeheke DAÎŞ'ê.
Êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêguman ji van gavên dewleta Tirk cuda nînin. Êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê ji aliyekî bi destê çeteyên DAÎŞ'ê yên li nava SMO'yê têne kirin, li aliyê din jî bi destê hêzên ewlekariya giştî yên ser bi HTŞ'ê ve dorpêçî û ambargo tê girankirin. Her wiha êrişên bombeyî yên sersalê li hemberî Xiristiyan û Elewiyan hati kirin jî bi plana hevpar a MÎT û HTŞ'ê bi destê DAÎŞ'ê hate kirin."
Erdogan Altan anî ziman ku ev tablo pêwendiya xwe bi êrişa li herêma Tedmûrê ya li dijî artêşa DYE'yê heye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Êrişa li Palmîrayê parçeyek ji jinûve birêxistinbûna DAÎŞ'ê ye. Parçebûna Sûriyeyê rê li ber DAÎŞê veidike; êriş lawaziya ewlekariyê ya hikumetê û amûra gefxwarina siyasî ya DAÎŞ'ê radixe pêş çavan. Operasyona bersivdanê ya Dwletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku tê gotin li zêdeyî 70 hedefan xistiye, vê yekê piştrast dike. Ji xwe têkiliya kesê ku êrişa Palmîrayê kir a bi HTŞ û dewleta Tirk re hatibû nîşandan. Ji bo berdana kesên ji aliyê Emerîkayê ve hatin binçavkirin, MÎT a Tirk gelekî hewl da.
Weke ku di hin karên DAÎŞ'ê de tê dîtin, asta kiryarên DAÎŞ'ê dema dawiyê gelekî zêde bûye. Nuqteya herî balkêş ew e ku ev kar û kiryar hemû li herêmên di bin kontrola çeteyên bi dewleta Tirk ve girêdayî rû didin û DAÎŞ'ê heta niha li hemberî çalakiyeke bi tenê nekiriye. Lewma têkilî di navbera çalakiyên herdu aliyan heye; dikare bê gotin ku bi hev re tevdigerin. Lewma Tirk wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Êrişên li ser herêmên QSD'ê bi kêrî dewleta Tirk tên, ji ber ku dixwaze di navbera gelên Ereb û Kurd ên li Sûriyeyê dijminatiyê biafirîne. Bi vî rengî wê herdu alî lawaz bibe û Sûriye ti carî xurt nebe.
Li aliyê din ev êriş weke amadekariyek ji bo şerê li dijî Îsraîlê ye. Bi vî rengî Tirkiye dikare li devereke êriş bê kirin, van hêzên radîkal û çeteyên ser bi xwe ve yekser li dijî Îsraîlê bi kar bîne. Her wiha çalakiya çeteyên DAÎŞ'ê yên li nava HTŞ'ê ya li Palmîrayê li berjewendiyên dewleta Tirk tê. Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û vir ve dewleta Tirk dixwaze li van herêman baregehê ava bike; lê belê Îsraîl destûra vê yekê nake. Ji ber vê yekê Tirk naxwaze koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê li wê derê bi cih bibe, naxwaze wê herêmê ji dest bide.
Nêzîkatiya dewleta Tirk a li Sûriyeyê her tim welê ye ku berjewendiyên xwe dide pêş. Hem û polîtîkayên DAÎŞ'ê û komên çekdar jî xizmetê ji heman armancê re dikin."