Zarokê 3 meh berê polîsan bi bomba gazê birîndar kirî hate girtin

Zarokê 3 meh berê polîsan bi bomba gazê birîndar kirî hate girtin

Zarokê 17 salî M.K. ku 3 meh berê dema li ser motosîkletê bû bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bû, serbest hatibû berdan. Polîsan piştî bûyerê 3 meh şûnde di di 12'ê Mijdarê bi ser mala M.K'ê de girtin û piştî sewqî dadgehê hat kirin hat girtin.

Li taxa Yenîpazarê ya Akdenîza Mersînê, 3 meh berê li dijî Qereqola Polîsan a Sitelerê çalakî hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de zarokê 17 salî M.K ku bi motosiklet derbas dibû bi bombeya gazê ya polîsan ji çena xwe birîndar bûbû û hatibû binçavkirin. M.K. piştî îfadeyê serbest hatibû berdan.

Polîsan di 12'ê mijdarê de dîsa bi ser mala M.K. de girt û M.K. binçav kirin. M.K. piştî sewqî dadgehê hat kirin hat girtin û şandin girtîgehê. Dayika M.K. Fatma K, diyar kir ku kurê wê 3 meh berê dema bi motosikletê di ber Qereqola Polîsan a Sitelerê re derbas dibû di êrîşê de bi bombeya gazê ji çena xwe ve birîndar bû û wiha got: "Kurê min dema birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hêj derman dibû birin qereqolê û îfadeya wî girtin. Piştre gotin 'Kengî rehet bû bila bê îfade bide. Polîsan di 12'ê Mijdarê de bi ser malê de girtin û kurê min M.K. binçav kirin. Piştî binçavkirin sewqî Dadgehê kirin. Heyeta Dadgehê jî bi hinceta di çalakiya 2 sal berê de li dijî Dibistana Seretayî ya Kibrisê molotof bikar anîye û di çalakiyê de şopa DNA derketiye biryara girtinê da û şand girtîgehê."
M.K. PIŞTÎ HAT GIRTIN, ŞANDIN GIRTÎGEHA TÎPA E YA MÊRSÎNÊ
Dayika M.K. Fatma K. anî ziman ku hêj kurê wê dihat dermankirin û bêyî dermankirina wî biqede girtin. Fatma K. da zanîn ku tu sûcê kurê wê tune û kurê wê li cihê neheq hatiye girtin. Diviya bû ku di 18'ê Mijdarê de platin ji çena kurê min derxistina. Lê hêj çena wî platîn hebû û dermankirina wî diqediya ew girtin û şandin girtîgehê. Rîska kurêmin felca wec derbas bike heye. Doktora heta 6 mehan rapor dabû. Ez dixwazim kurê min serbest bê berdan."
Fatma. K. ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê ya Mêrsînê da.