WHO: 1,5 mîlyon kes bi nexweşiya êşa zirav ketine

WHO: 1,5 mîlyon kes bi nexweşiya êşa zirav ketine

Tevî pêşketina derfetên tibî her sal bi mîlyonan kes ji ber nexweşiya êşa zirav (tuberkuloz) dimirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya ku sala buhrî bû sedema jiyana 1,5 mîlyon mirovî, hewcedarî bi 2 mîlyar dolar fona zêde heye û her wiha welatên cîhanê li dijî cureyê êşa zirav a MDR-TB hişyar kir.

Li gorî rapora WHO’yê sala buhrî 9 mîlyon kes bi nexweşiya weremê ketine û 1,5 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest daye. Dîrektorê Bernameya Têkoşîna li dijî Êşa Zirav a WHO’yê Mario Raviglione rapor aşkera kir û diyar kir ku tevî pêşketinên derfetên tibî, bi mîlyonan kes ji ber vê nexweşiya ku dikare pêşî lê bê girtin mirine.

MIRIN NIKARE BÊ QEBÛLKIRIN

Di raporê de hat gotin ku ji ber nexweşiyê rojane 4 hezar kes dimirin û hat gotin ku di salên dawî de mirin her diçin kêmtir dibin lê ji ber nexweşiye ku dikare pêşî lê bê girtin, mirinên pêk tên nikare bê qebûlkirin. Mario Raviglione, hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine dibe ku zêdetir be û got ku gelek enfeksiyonên êşa zirav nayên teşhîskirin.

PIRANÎ LI ROJHILATÊ ASYA, PASÎFÎK A ROJAVA Û AFRÎKAYÊ TÊ DÎTIN

Di raporê de hat gotin ku herêmên ku zêde di bin bandora êşa zirav de ne bi ji sedî 54’î ji Rojihilatê Başurê Asya û Pasîfîk a Rojava tê û ji çaran yek jî ji Afrîkayê tê. Dema li cîhanê tê nihêrtin rêjeya herî bilind li Afrîkayê ye.
Ravîglîone diyar kir ku piştî AIDS’ê nexweşiya herî belav bûye êşa zirav e û got ku ji vê nexweşiyê pêwîstî bi 8 mîlyar dolar heye û hê jî salan e 2 mîlyon dolar valahî heye. 

LI DIJÎ CUREYÊ MDR-TB HIŞYARÎ

Nexweşiya êşa zirav eger neyê dermankirin bi mirinê encam dibe û bi salane bi antîbiyotîkan tê dermankirin. Li gorî WHO’yê di rewşa ku cureyê êşa zirav ê MDR-TB ku li dijî dermanan li ber xwe dide, belav bibe wê hejmara kesên ji nexweşiyê dimirin zêde bibe.