Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Karkerekî zarok hat qetilkirin

Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku zarokê bi navê Eyup Can Guner ê ku li Anamûr a Mêrsînê dixebitî jiyana xwe ji dest da.

KARKERÊ ZAROKAN

Meclîsa ÎSÎG’ê mirina zarokekî ragihand. Meclîsê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: "Eyup Can Guner. 12 salî bû. Li navçeya Anamûr a Mêrsînê li aşxaneyeke donerê wekî garson dixebitî. Vê sibê derdora saet 4:00’an, di navbera wî û serhoste de ji ber “hêdî dixebite” nîqaş derket. Piştî demekê bi awayekî pênc derbên kêrê lê ketiye û ji avahiyek pênc qatî ketiye dîtin."