DBP: Divê polîsên êrîşî malabata Kurd kirin ji kar bên avêtin

Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) DBP'ê, têkildarê polîsên ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbata ku ji 10 kesan pêk dihat li Bayrampaşayê derb kiribûn, daxuyanî da.

DBP’ê diyar kir ku ev bûyer ne bûyereke takekesî ye û daxwaz kir ku hemû polîsên ku di êrîşê de cih girtine ji kar werin avêtin û berpirsiyar bên darizandin. Di daxuyaniya DBP’ê de hate gotin ku di dema bûyerê de zarokek û jineke ducanî jî di nav malbatê de bûn, malbat li nava kolanê rastî êşkenceyê hat û jina ducanî ji ber lêdanê bi lezgînî birine emeliyata sezaryenê.

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:

“Ev êrîş ne ‘bûyereke edlî’ an jî bûyereke ‘takekesî’ ye. Ev, nîşana dijminatiya sîstematîk e ku li dijî nasname, ziman û hebûna Kurdan li kolanan tê xuyakirin. Şîdeta ku li Bayrampaşayê derketiye holê, encama polîtîkayên nîjadperest ên ku bi salan in têne geşkirin, zordariya polîsan a ku cesaretê ji bêcezatiyê digirin û bêtehamuliya li dijî gelê Kurd e.”

DBP’ê tekez kir ku divê bûyera li Bayrampaşayê tavilê bê lêkolînkirin û ev bang kir:

“Divê ev sûc tavilê bê lêkolînkirin, hemû polîsên ku di êşkence û êrîşê de cih girtine ji kar bên avêtin, berpirsiyar bên darizandin.”