Ahmet Ozer ji doza 'lihevkirina bajar' hate tehliyekirin
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer di danişîna doza ji dosyaya “lihevkirina bajar” de tehliye bû. Ji ber ku Ozer ji dosyayeke din jî girtî ye, nehate berdan.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer di danişîna doza ji dosyaya “lihevkirina bajar” de tehliye bû. Ji ber ku Ozer ji dosyayeke din jî girtî ye, nehate berdan.
Danişîna doza Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ku ji ber “lihevkirina bajar” ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Ozer, Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Nûrî Aslan, Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk û Dîlek Kaya Îmamoglû û partiyî tev li bûn.
Di dozê de ji 7 salan heta 15 salan cezayê hefsê ji bo Ozer tê xwestin. Danişîn, bi guhdarîkirina şahidan dest pê kir. Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’a Mûşê yê berê û şahidê doza “Şaîbeya di lijneya CHP’ê de” Erkan Çakir, ji bo pirsa “Têkildarî endamtiya Ahmet Ozer tu agahî li ber destê te hene?” ev bersiva sosret da: “Şêweyê bilêvkirina PKK’ê nîşaneya endamtiya ye.”
Piştî îfadeyên şahidan, dozger mutalaaya xwe da û xwest rewşa girtî ya Ozer bidome. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê bo Ozer da. Lêbelê ji ber ku Ozer di çarçoveya doza “di îhaleyê de hîle û nelirêtî kiriye” de jî girtî ye, nehate berdan.