UNHCR: Êşa şer zarok dikişînin

UNHCR: Êşa şer zarok dikişînin

Netewên Yekbûyî der barê penaberên Sûriyeyê de raporek amade kir û got nêzî 2 mîlyn û 2 hezar Sûriyeyî di rewşa penaberiyê de ne. Di raporê de hat gotin ku beşek mezin ya penaberan zarokin û wiha hat gotin: “Zarokên Sûriyeyê travmayê  dijîn, hatine tecrit kirin û ji perwerdehiyê bêparin.”

Serokê Komîseriya Bilind a Penaberên Netewên Yekbûyî (UNHCR) Antonio Gutters got, “Ger demildest em pêşî li vê rewşê negirin dê nifşekî bê guneh ji ber şerê bi xor bê qurbankirin.”

Antonîo Gutters  di daxuyaniya ku rapora HCR’ê ya der barê zarokên Sûriyeyê de hat aşkera kirin de axivî.

Qasidê Niyeta Baş ya HCR’ê Angelîna Jolîe jî  diyar kir ku divê ev nifş ji vê trav, tecird û êşê bê rizgarkirin.

Li gorî rapora UNHCR’ê, ji zarokên Sûriyeyê 294.300 li Tirkiyê, 385 hezar zarok li Lubnanê, 291.200 zarok li Urdunê, 77.120 zarok li Iraqê, 56.150 zarok li Misirê û 7.600 li welatên Bakurê Efrîkayê penaberin.

Di raporê hat gotin ku ji van zarokan 3.700 zarok bi tena serê xwe ne, 70 hezar malbat jî bavê wan nîne. Yên ku rapor amadekirin bi zarokên Urdun û Lubnanê re hevdîtin pêk anîn. Hat hînbûn ku zarokên kur ger vegerin welat ji bo şer tên perwerdekirin.

Her wiha hat gotin ku ji ber rewşa malbatan a aborî ne başe, zarok neçarin bixebitin.  Li Lubnanê zarokê ku temenê wan 7 jî  di şert û mercên dijwar de dixebitin.

Hat hînbûn ku ji du malbatan yek ji maaşê zarokên xwe debara xwe dikin. Piraniya wan naçin dibistanê.  Li Urdunê tu zarokek naçe dibistanê. Hat hînbûn ku heta dawiya sala 2013’an de zarok nekarin biçin dibistanê.

HCR’ê bang li civaka navnetewî kir ku divê welatên cîranê Tirkiyê deriyê sînorê xwe vebike û bo penaberan şert û mercên baş bên afirandin.