Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Umît: Daxwaza me ew e ku rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin - NÛ BÛ

Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku daxwaza wan ew e ku rê ji siyaseta demokratîk re bê vekirin û got, komîsyona li meclîsê bê avakirin divê giraniyê bide ser qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk.

Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li ser mijarên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber TV re axivî.

Hêlîn Umît bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er:

"Pêşî ez silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînim. Bi hemû raya giştî û gelê Kurd re, me jî di 9’ê Tîrmehê de dîmenên Rêber Apo û banga wî temaşe kir. Berî her tiştî, ew dîmen û peyamên tê de, di me hemûyan de hesteke taybet a dîtina Rêberî piştî bi salan çêkir.

Bi Rêber Apo re têkiliyekî rasterast tine ye. Her kes vê dizane. A rast heta niha, yanî di nava pêvajoya ji meha Cotmehê heta niha me agahiyên ku gihiştine me bi awayên cuda bi raya giştî re parve kir. Ez texmîn dikim ku hem raya giştî hem jî aliyên ku bi vê mijarê re têkildar in dihizirin ku li pişt peywendiyekî heye û bi Rêber Apo re rasterast peywendî heye û di nava lêgerîna vê de ne.

Yanî hewl didin vê zelal bikin. Belê, dem bi dem agahî ji Rêbertî tên, name tê. Weke min got, em van bi awayên cuda bi raya giştî re parve dikin, bi hevalên xwe re parve dikin, bi gelê xwe re parve dikin. Lê bi Rêber Apo re rasterast peywendiyekî tine ye. Bendewariya me guherîna di pozîsyona Rêber Apo de ye.

Wekî ku tê zanîn, me 12’emîn Kongreya PKK’ê pêk anî û vê kongreyê biryarên girîng girtin. Ev biryar çi bûn? Fesixkirina PKK’ê, dawîkirina têkoşîna çekdarî, vekirina serdemeke nû, û destpêka qonaxeke nû bû. Me diyar kir ku ji bo birêvebirina van hemû pêvajoyan, divê Rêber Apo bi xwe rasterast vê pêvajoyê bi rê ve bibe.

GAVÊN KU STATUYA RÊBERTIYA ME BIGUHERÎNE HÎNA NEHATE AVÊTIN

Ev ne şertek an jî merc danînek e. Erê, medyaya şerê taybet û dijberên me her tim hewl didin ku vê yekê bi vî rengî bigirin dest û bi vî awayî bişopînin, lê ev Tevger, Tevgera Rêberiyê ye. Yanî Tevgera Azadiya Kurd, bi awayekî şênber PKK; awayê avakirina hêza gerîla, bingeha wê ya manewî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin.

Ji derveyî Rêber Apo ti kes nikare van biryaran bi awayekî rast bixe pratîkê. Di vê wateyê de, azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji bo me, ji bo ku ev pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe, pêwîstiyek lezgîn e. Ev ne tenê şertek e, ev tiştek ji şertan wêdetir e. Em behsa rewşekê dikin ku ji muzakereyeke hevbeş wêdetir e. Divê ev ji vê yekê cuda bê girtin. Yanî ne wekî parçeyek ji muzakereyê an jî wekî parçeyek ji gavên ku ji bo pêşketina vê pêvajoyê bên avêtin. Ji bo ku ev pêvajo bigihêje wê astê jî, divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û ew bêyî navbeynkar bi me re têkiliyê deyne. Ti hêzekî din nikare vê bi me bide têgihandin û bi rêve bibe.

Wekî ku min got, heta niha hin peyamên nivîskî û nêrîn hatine veguhestin. Jixwe li ser wê kongre çêbû. Li ser vê di 11’ê Tîrmehê de merasîma çek berdanê çêbû. Gerîla bersiva vê da. PKK’ê xwe fesix kiribe jî avaniya PKK’ê li ser vê bingehê bersivê da banga Rêbertiyê.

Lê dikarim wiha bibêjim, heta niha ti guhertin di pozîsyon û cihê Rêber Apo de nîne. Belê, sistbûnek heye lê ti garantiya vê tine ye, statuya vê ya qanûnî tine ye. Bala xwe bidin pêvajo bi Mafê Hêviyê re dest pê kir. Yanî ji aliyê Devlet Bahçelî ve bangekî ku li ser bingeha Mafê Hêviyê ji Rêbertiyê re hat kirin hebû. Niha zêdetir tê fêmkirin ku vê li ser navê dewletê kiriye. Bi wî re dest pê kir, lê di serî de Mafê Hêviyê di rewşa heyî ya Rêbertî de gavên ku statuya wî biguherîne nehatine avêtin. 

Hinek dibêjin, nîqaş dikin; tê gotin ku piştî demekî di cihê Rêbertiyê de guhertin hebe, derbasî pozîsyoneke wekî girtîgeha malê û hwd. bibe. Lê di rastiyê de zêde beranberiyê vê tine ye. Wiha beranberiyê wê tine ye; yên ku îro ji bo ev pêvajoya bi rê ve biçe destûrê didin vê yekê, sibê dema pirsgirêkekî derbikeve dikarin rê li ber vê bigirin. Yanî ji beriya her tiştî divê ev jî bi qanûnê were misogerkirin.

EM TÊGEHA TERORÊ QEBÛL NAKIN

Em têgeha Tirkiyeya bêteror red dikin. Yanî têgeha terorê qebûl nakin. Divê her kes vê bizanibe. Tevgera Azadiyê, PKK’ê têkoşîna herî rewa a dîrokê meşand. Şerê hebûn û nasnameya gelekî meşand.

Denîzan (Gezmîş) li dadgehê dibêje: “Li dijî zilmê berxwedan mafê gerdûnî ye.” Kurd di şexsê PKK’ê û Rêbertiyê de mafê berxwedana li dijî zilmê bi kar anîn. Di vê wateyê de, çawa ku di nava 50 salan de bi têgeha “terorê” nikarîbûn encamê bigirin, ji niha û şûnde jî wê encamê negirin.

Ev têgehkirin bi rastî jî bêbaweriyê kûrtir dike. Divê ev were guhertin. Lê dewleta Tirk ji ku digihe vê têgehê. Dibêje, ‘Pirsgirêka me bi hêzên çekdar re ye yanî bi PKK’ê re ye ku şerê çekdarî dimeşîne û ev yek terorîzm e. Eger ev biqede wê pirsgirêk çareser bibe.’

Wekî endamên Tevgera Azadiya Kurd nêzîkatiya me çawa ye? Ev pêvajo di aliyê de me ji bo vekirina rêya rêbaza têkoşîna nû ya li ser bingeha siyaseta demokratîk û hiqûqê ye. Hemû gavên vê pêvajoyê ji bo vê hate avêtin. Yanî di rastiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha wekhevî, xwişk-biratî û hiqûqê plan û projeyek me heye. Em di vê çarçoveyê de ketin vê pêvajoyê û vê dimeşînin. Di wê wateyê de pênaseyên me cuda ne.

Hêza li hemberî me, dewleta Tirk di serî de MÎT û burokrasiya ewlehiyê rêveberên vê karê bi anîna vê nîqaşê li ser nîqaşên berdana çekan dixwazin bînin asta tasfiyekirinê.

Lê nêzîkatiya me stratejîktir e. Em pêvajoyeke nû ya li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin û ji ber vê yekê nav ji aliyê Rêbertiyê ve weke “Aştî û Civaka Demokratîk” hat binavkirin. Bala xwe bidin, ne tenê pêvajoya aştiyê bû.

Aliyên cuda dibêjin, ‘Gelo Kurd di şexsê PKK’ê, Rêber Apo û DEM Partiyê de bi desthilatdariyê re li hev dikin.’ Ez ji bo fêmkirina wan jî dibêjim. Yanî binavkirina pêvajoyê jî ne tenê lihevkirin yan jî pêvajoya aştiyê ye; pêvajoya civaka demokratîk e. Eger civaka demokratîk pêş bikeve, wê ev pêvajo dikare pêş bikeve. Eger pêvajoya civaka demokratîk pêş bikeve, aştî pêş bikeve.

Ger baweriya me bi pêvajoyê an bi banga û perspektîfa ku Rêbertiya me danîbe tine bûya, ev gav nedihat avêtin. Di vê wateyê de, em bawer dikin ku ev meqas bi têkoşîneke cidî wê bê girtin.

Di encamê de aştiya her şerekî heye. Ev şer 50 sal in rastiya ku eşkere bike, derxist holê. Hebûna Kurd eşkere kir. Rastiya civakekî li ber xwe dide eşkere kir. Jina Kurd a azad eşkere kir. Dostên Kurdan eşkere kir. Têgihiştina sosyalîzmek nû eşkere kir. 

Em ne di rewşeke wiha de ne; divê li hemberî beralîkirinên şerê taybet pir baldar bin. Şerê taybet dixwaze bi çi re girê bide? Dixwazin propaxandayên wekî, ‘ Va ye binêrin hêza wan tine bû, têre nekir, qediyan. Teknolojiya me ya çekan ew qas pêş ket, em ew qas bi bandor bûn. Ji ber vê yekê hatin vê qonaxê’ derxin pêş. Lê pêvajo ne wisa ye. Yanî hebûna Kurd ku eşkere bûye heye. Ne ne tenê li Tirkiyeyê li herêmê bûye aktorek bingehîn. Hema hema hemû hêz bi têkilî danîna bi Kurdan re dixwazin pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bikin û bi bandor bûn. DYE jî dixwaze wisa bike. Îsraîl jî dixwaze wisa bike ma ne? Ev tiştên ku tên nîqaşkirin û zanîn in. Di wê wateyê de pêvajo ne wisa ye. Yanî rastiyek ku me eşkere kir heye, çavkaniyek me ya hêzê heye û em jî jixwe bawer in. Bi rastî jî ev pêvajo bibe û ew zemîn were avakirin, wê Tirkiye demokratîk bibe, em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin…

SEDEMA EV QAS PAŞKETETINA TIRKIYEYÊ NEPÊKANÎNA AŞTIYA HUNDIRÎN E

Ez di endezyariya civakî de nabêjim. Divê di wê wateyê de neyê dest girtin. Birîna bingehîn a Tirkiyeyê, birîna bingehîn a civaka Tirkiyeyê, ew qas hema hema di her qadê de paşketina gelên Tirkiyeyê ew e ku nikare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Yanî ji ber bi Kurdan re aştiya xwe ya hundirîn nake ye. Tirkiyeyê ku nikaribe vê yekê bike, çi dike bila bike, di kijan mijarê de gavê biavêje bila biavêje nikare demokratîk bibe. Nexwe wê bizivire û were serî. 

Ma 10 sal berê jî ev nebû? Beriya 10 salan jî maseyek hat avakirin. Rêber Apo ji bo li ser lingan girtina wê maseyê ew qas têkoşiya. Ew mase hat qulipandin. Sedemên wê dikare bibe mijara bernameyek din, anîlîz û dahûrandinek. Ew mase hat qulipandin. Çi bû? Tirkiyeyê ku 10 sal paşde çû, hema hema di her pîvanên xwe de paş ket, di têkiliyên civakî de, di avaniya siyasî de, di rewşa exlaqî de, di rewşa aborî de, di rastiya çandî de paş ket. Gelo Tirkiye di van 10 salan de xurt bû? Berovajî vê tiştekî wekî dewleta Tirkiyeyê nema.

Niha avaniyek ku em dibînin heye mane? Yanî tiştekî wekî dewlet li holê heye. Lê dewlet ne partiyek e. Dewlet ne desthilatdariyek e jî. Dewlet tîştekî cuda ye. Niha li Tirkiyeyê di wateya modern de, di wateya dewlet netewe ya modern de jî dewletek tune ye. Nikarîbû bîmîne jî. Di Tirkiyeyekî de ku di binesaziya xwe de pirsgirêka Kurd çarser nekiriye yan jî pirsgirêkên xwe yên bi gelan re çareser nekiriye yan jî pirsgirêka xwe ya bi Elewiyan re çareser nekiriye, pêşketin nabe. Eger dewlet ji nû ve neyê avakirin wê hilweşe. Di wê pêvajoyê de rastiya ku maseyê qulipand ji ku derê çavkaniya xwe girt? Ya ewil, ji ber zîhniyeta heyî bû. Yanî zîhniyeteke ku înkarkirina Kurd bi veşartî jî be xwest bimeşîne hebû. Avaniyeke ku di vê de israr kir hebû. Ez zîhniyet derket pêşiya wê pêvajoyê. 

Mînak di aktorên wê demê de, di aktorên ku bi me re, bi Rêber Apo re muhatap bûn de zîhniyetek demokratîk hebûya, bi rastî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê îrade û daxwazek xurt hebûya, dikarîbûn li dijî vê derkevin. Desthilatdarê wê pêvajoyê jî dîsa desthilatdariya AKP’ê bû, Erdogan serwer bû. Eger bi rastî jî di vê mijarê de biryarbûn hebûya, ew pêvajo ne wisa dibû. Sedema yekemîn ev e.

Sedeme duyemîn bi vê re girêdayî Şoreşa Rojava bû. Hin tişt qezenckirina Kurdan, tiştên ku Kurd wê qezenc bikin, li cihanê nasbûna wan, bûyîna gelekî ku wekî aktorek rol ji wan re tê dayîn, ji ber vê zîhniyetê panikê çêkir. Bi wê panîkê re jî şaşitiyên cidî hatin kirin. Bahçelî beriya destpêkirina vê pêvajoyê çi got? Got, ‘Li Rojhilata Navîn pêvajoyeke mezin a guhertinê heye, hêvî dikim ev bandor li me neke.’ 

EW ANALÎZA BAHÇELÎ TIRSEKÎ ÎFADE DIKE

Divê kodên avakirinê yên Komara Tirkiyeyê pir baş analîz bikin. Dema ku Tirkiye li herêmê şêwe girt, pêvajoyeke ku dibêjin şerê rizgariyê hat jiyankirin. Gelê Kurd û Tirk, gelên herêmê, gelên li vê erdnîgariyê dijîn bi hev re li ber xwe dan. Komar wisa hat avakirin. Lê di lingê duyemîn a Komarê de bandora hêzên derve pir çêbû. Komara Tirkiyeyê heta roja me ya îro jî ji vê yekê rizgar nebû. Mînak bi serê xwe biryaran negirt. Di wê wateyê de divê bi tenduristir berê xwe bidin rastiya Komara Tirkiyeyê, kodên wî û bê ka çawa ava bûye. Di roja me ya îro de xwe pir serxwebûnxwaz dibînin. Li gorî felsefeya me tu dewletên netewe ne serbixwe ne. Nikarin serbixwe bibin. Ev bi mantiqê avabûnê ya pergalê re têkildar e.

Di mantiqa xebîtinê ya pergala kapîtalîst de û di nava têkiliya delwet netewe de ku forma ku xwe dispêre ye, nabe ku tu dewlet serbixwe bîmînin. Pergal wê nahêle. Me yên ku xwestin serbixwe bibin dît. Li Iraqê Saddam xwest bi serê xwe tevger bike. Çi hatin serî wî. Li Sûriyeyê rejîma Esad ji derveyî pergalê bi navê BAAS’ê pergalek ava kir û li ber pergalê rabû; em rewşa wî jî dizanin. Herî dawî jî Îran… Jixwe pir ser de derbas nebû. Em nizanin ku wê hîna çi bibe. 

Yanî hişyarî û hesasiyeta Bahçelî ne şaş e. Rojhilata Navîn ji salên 90’î ve guhertin û veguhertineke cidî jiyan dike. Ne tenê pêvajoya destwerdanê jiyan dike. 

Ev avaniya zîhniyetê û nêzîkatiya polîtîk Tirkiyeyê dike rewşeke ku bêhtir girtî be û di nava xwe de jî bi tirsê jiyan bike. Ew analîza Devlet Bahçelî vê tirsê îfade dikir.

Niha Tirkiye çawa ji vê rizgar bibe? Tirkiye wê çawa pêşeroja xwe misoger bike? Bi rastî jî wê çawa bibe welatê herêmê, were rewşa welatekî li herêmê pêşeng? Eger avaniyeke ku di nava xwe de aştiyê pêk bîne, li gorî sosyolojiyê xwe, li gorî rastiya civaka xwe avaniyeke çêbike wê demê dikare vê gefê asteng bike. Mînak em bibêjin, îro PKK’ê hat fesixkirin, çek hatin danîn, bibêjin ku demekî têkoşin nebû. Lê eger zemîna pevçûnê hebe, eger Kurd wekî gel hebin, di ferqa xwe de bin, di nava gelên din de Ermenî hebin, di ferqa xwe de bin, Çerkez hebin û di hişmendiya hebûna xwe de bin, wê her tim li dijî yekparêziyê li ber xwe bidin. Yanî eger bi israr bibêjin tu yê bibî Tirk û bi vî rengî jiyan bikî, di xweza hebûnê de parastin heye, wê hebûn xwe biparêze. 

Kurd jî êdî ne wekî salên 70’î ne, êdî hişmendiya wan heye. Kurdbûneke ku PKK’ê afirandiiye heye û ev Kurdbûn bawerî li xwe tîne. Êdî Kurdbûna salên 70’î tune ye. Ew hişmendî fesix nabe. Belê Kurdîtiyek ku şerm dikir, direwiya hebû, niha ne wisa ye. Ya niha dibêje, “Ez heme û ezê bi azad bijîm.” Yanî encama bingehîn ku ji êrîşa 24’ê Tîrmehê û ji geşedanên piştî wê derket, pêkanîna aştiya hundirîn e. 

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK NASKIRINA GELÊN KOLEKTÎF E

Fikarên gelê me hene, ji ber ku gelek şerên taybet, gelek aloziya têgehê heye. Hundirê têgehan jî tê valakirin. Wateya peyva entegrasyon yekbûn e. Lê eger hûn bala xwe bidinê em tenê têgeha entegrasyonê bi kar naynin; dibêjin entegrasyona demokratîk. Li cîhanê tecrubeyên entegrasyonê heye. Encama ku ji vê derê derdikeve çi ye? Tişta ku em ji entegrasyonê fêm dikin çi ye? Tevlîbûna hebûn û rastiyeke bi parastina hevgirtina xwe ji bo avaniyeke. Komara Tirkiyeyê jî vê têgehê bi kar tîne em jî. Ya ku em bi kar tînin entegrasyona demokratîk e. Yanî em dibêjin ku eger dewleta Tirk demokratîk bibe, em di nava hevgirtinê de, weke hebûneke bêyî ku xwe belav bikin tevlî wê bibin, bi wê re bibin yek. Ferqa vê bi nêzîkatiya asîmîlasyonîst heye. 

Heta niha rêbazê ku Komara Tirkiyeyê bi kar dianî çi bû? Nêzîkatiya asîmilasyonîst bû, yanî înkarkirin bû. Digot, ‘Eger tu Tirk bibî, dikarî tevlî bibî, eger xwe wekî Tirk pênase bikî dikarî tevlî bibî. Mafên te yên komunal, mafên te yên civakî tune ye. Tu ne gelekî yî. Hûn kes in. Ozal jî Kurd bû, ji Malatyayê bû; bû serokkomar. Eger Kurd bixwaze dikare di qonaxekî dewleletê de cih bigire, pêşiya wê vekiriye.’

Lê ev hemû bi înkarkirina Kurdbûna xwe, nasnameya xwe dikare bike. Îro jî heye. Mînak di nava hikûmeta îro de kesên bi eslê xwe Kurd hene, lê bi gotina ez Kurd im bi nasnameya xwe tevnagere. Bi nasnameya Tirk tevger dike. 

Entegrasyona demokratîk li dijî vê ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya naskirina mafên kolektîf. Bi naskirina Kurdan wekî civak û gel re têkildar e. Eger wisa bibe helbet wê Kurd xwedî li komarê derkevin, bibin hêmanê eslî ya wê.

ÎNKAR JI HOLÊ RABÛYE

Me diyar kir ku ev pêvajo ne pêvajoyeke dayîn û standinê ye. Dema ku em gihiştin vê pêvajoyê me pir analîz kir ku em hatina kijan qonaxê. Bi Êrîşên 24’ê Tîrmehê re çi bû? Em gihiştin bersiva ku em bi şerê 10 salan re dîsa zivirîn heman qonaxê. Belê, em têkoşînê dikin, me winda nekir, em bi serkeftî ne. Hêza li hemberî me nekarî me tune bike. Bala xwe bidin di 10 salên dawî de hemû enerjiya xwe madî û manewî xwe da vê. Lê nekarî hêzên vejînê tune bike. Heta nekarî rê li ber bigire ku Kurd li herêmê bandortir bin. 

Wê demê Kurd hene, hebûna xwe îspat kirine. Di Komara Tirkiyeyê de jî, di hikûmeta heyî ya Tirkiyeyê de jî guhertina telafûzê heye. Her wiha di asta herî bilin de ji lîder û kesayetiyek pêşeng ku di şerê li dijî Kurdan de xwe diyar kiriye, ravekirina hebûna Kurdan, gotinên wekî, ‘Kurdê bê Tirk, Tirkê bê Kurd nabe’ kirin, tê wateya ku êdî înkar ji holê rabûye. 

Ev çareseriyê hêsantir dike. Ne tenê çareserî, ev meseleyê zîhniyetê ye. Ji ber vê yekê min xwest bi zîhniyetê re destpê bikim. Di ya berê de li dijî vê derdiket lê niha dibêje, ‘Kurd hene, em hezar sal in xwişk-bira ne.’ Ev di Komara Tirkiyeyê de guhertina paradîgmayê ye. Ev ne tîştekî hêsan e. Zîhniyet bi têgehan ava dibe. 

EM DIXWAZIN QAD JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK WERE VEKIRIN

Eger hatibe vê qonaxê, me nirxand ku dewamkirina têkoşîna çekdarî, têkoşînê bi vî awayî meşandin tê wateya hedefa dewletê. Cuda tu bigihî ku derê? Yanî tu ya li hemberî hilweşînî, yan dewletê bi dest bixî yan jî dewletekî nû ava bikî. Lê em wekî paradîgma li dijî dewletê ne. Û ev ne tiştekî têkildarî vê pêvajoyê ye. Hemû guhertinên ku me piştî sala 2000’î jiyan kir, ji bo qutbûna ji paradîgmaya civaka dewletparêz, paradîgmaya dewletparêz, deshilatdarî û formên vê bû. Çima? Ji ber ku em dewletê wekî amûra koletî, zextê û zorê dibînin. Ji ber vê têgihiştina me ya azadiyê li ser bingeha civaka demokratîk e. 

Tişta ku em dixwazin bigirin civaka demokratîk e. Dibêjin ya; ‘Hûn li hemberî vê çi digirin, hûn ê çi bigirin, hûn çi dixwazin?’ Em dixwazin li hemberî vê civaka demokratîk çêbibe. Em mafê rêxistinkirina vê dixwazin. Em dixwazin qada siyaseta demokratîk vebibe. Ji xeynê vê tiştekî din naxwazin. 

Em tevgereke xwedî îdeal in û ji bo vê berdêlên giran dane, can dane, ji bo ku li vê erdnîgariyê wekhevî, azadî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet derkeve holê 50 hezar şehîd dane. 

Ji bo kesên ku me ji ber dûrketina ji îdiaya demokrasiyê sûcdar dikin dibêjim; bûyerê gelek hêsan dikin. Hewl didin me bikin asta partiyekî siyasî. Em wekî Tevger ne partiyekî siyasî ne. Dikarin vê bi DEM Partiyê re nîqaş bikin. Dibe ku nîqaş jî dikin. Yên ku wisa difikirin jî hene. Dibe ku hinek fikirîbin di aliyê DEM Partiyê de wisa bibe, em bi wan re li hev bikin. Lê wekî Tevgera Azadiya Kurd di rojeva me de nîqaşek wiha tune ye, nabe.

Derdê me ew e ku qad ji bo civaka demokratîk û siyaseta demokratîk were vekirin; Tirkiye demokratîk bibe û li ser bingeha wekhevî û azadiyê têkilî ji nû ve were avakirin. Me ev qas berdêl ji bo vê dan. Nêzîkatiya din pir biçûk fikirîn e.

Em ê li gel kesê ku vê karê çareser bike bisekinin. Em ê bibin piştgirê yên pirsgirêka Kurd çareser bikin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Eger ev pirsgirêk çareser bibe wê Tirkiye veguhere cihê cejnê û bibe welatek xweş. Belê pirsgirêk hema yekser ji holê nerabin. Lê wê rêya çareseriyê vebibe, hêvî çêbibe. Yanî em ê nefesê bigirin. 

LI TIRKIYEYÊ DU MUXALEFET CUDA HENE

Li Tirkiyeyê du muxalefetên cuda hene. Yek bi rastî jî dilsozê demorkasiyê ye, pêşketina Tirkiyeyê dixwaze, lê fikarên wê hene, fikarên wî ji gavên ku me avêtine hene.. Yanî wekî eceba ew ê werin bikaranîn… Dost û avaniyên siyasî yên pir hestiyar hene ku bi fikarên wekî ‘Eger Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bibe, wê çi li paş bimîne? Wê li Tirkiyeyê kî li ber xwe bide?’ tevger dike û dixwaze nêrînên xwe bigihîne me hene. Ya yekem muxalefetekî wiha heye, ya din jî muxalifetekî neteweperest heye; divê em her du ji hev cuda bikin.

Heta niha hêzên muxalîf ên giştî yên li Tirkiyeyê, di serî de CHP’ê Koma Yenî Yol (Rêya Nû) di nava nêzîkatiyekî çêker de bûn. Yanî di nava helwestekî ku xwestin pêvajo pêş bikeve, piştgirî da, bi vê wateyê re ragihandin ku ew ê piştgiriyê bidin.

Mînak helwestên Ozgur Ozel jî tevkarî ji bo pêşketina pêvajoyê kir. Yanî dema eniya desthilatdarê ji ravekirina pirsgirêkê rewiyan, ev beşê ku Ozgur Ozel pêşengtî kir got, ‘Pirsgirêka Kurd heye, divê em pirsgirêka Kurd çareser bikin.’ Got, ‘Eger Kurd dibêjin pirsgirêke heye, wê demê heye.’ Ev pir hêja bûn. Eger hin gav wiha hatin avêtin an jî di aliyê desthilatdariyê de israr dewam kir, teqez rola vê helwesta muxalefetê çêbû.

Lê beşekî ku dibêje, ‘Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê demokratîkbûne; eger Tirkiye demokratîk bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.’ Ez vê bi xeter dibînim. 

Belê rast dibêjin, ev jî rastiyek e. Lê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê ev pirsgirêk çareser bibe. Em xwe nakin pîvan. Tîştên ku me jiyan kir li holê ye, sedsala Tirkiyeyê li holê ye. 50 salên wî yên dawî li holê ye. Ev wekî rastiyek ku Tirkiyeyê serûbin dike li holê ye. 

Di wê wateyê de ji aliyê muxalefetê ve nêzîkatiyeke ku xwedî li pêvajoyê derdikeve, pêşniyaran pêşkeş dike, projeyan ava dike; ji nabe dibe, em bawer dikin bawer nakin zêdetir bawer dike, heye. Nexwe, li ser ‘Ez bawerî bi Erdogan tînim an jî naynim’ siyaset nayê kirin. 

Ez wiha dibêjim; bila werin bi hev re eniya demokrasiyê ava bikin. Li şûna ku demokratîkbûn bibe yan nebe biaxivin, bila bikevin hundirê wê. Bila bi xwe bersivê bidin van pirsan. Yanî darekî bisêhr tune ye, wê kesekî din neyê û vê neke. Hêzên demorkasiyê yên Tirkiyeyê wê demokrasiyê ava bikin û pêş bixin.

GER DEMOKRASÎ ÇÊBIBE DIVÊ JI BO HER KESÎ BE

Dema ku ez vê pêvajoyê dixwînim, ez ji gelek parametreyan dinêrim. Yanî mînak yek jê AKP, MHP û Tifaqa Cûmhûr e. Tifaqa Cûmhûr vê pêvajoyê ji xwe re weke bingeha çewisandina muxalefetê bi kar tîne. Em vê yekê dibînin û vê yekê rast nabînin. Em li dijî wê ne. Di vê wateyê de ev xelet e. Mesela ger pêvajoya aştî û civaka pêş bikeve, ger eniya navxweyî ya li Tirkiyeyê were xurtkirin, divê di serî de CHP û hemû avaniyên siyasî yên Tirkiyeyê di nava wê de cih bigirin û karibin xwe bînin ziman. Yanî bi nêzîkatiyek wisa bi zorê hawîrdora Tirkiyeyê aloz dike. Fikaran diafirîne. Piştgiriya ji bo aştî û civaka demokratîk kêm dike. Bi paş ve dikişîne, ji ber ku fikaran diafirîne. Tê gotin ku “Hikûmet an dewletek ku bi vî rengî tevdigere çareserî çênabe. Bi rastî, ber bi rewşeke ku gelo Kurd têne xapandin, an jî peymaneke din heye, lihevkirinek heye ve diçe.” Dema ku wisa dibe demokrasiya Tirkiyeyê lawaz dibe. 

Yanî ez ji hemû aliyên ku di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de rol dilîzin re dibêjim. Divê her kes bi aqilê selîm û berpirsiyarî nêzî vê yekê bibe. Ger ev pêvajo bi rastî jî pêvajoya avakirina Tirkiyeyek nû be, ger sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi rastî jî bi komara demokratîk were tacîdarkirin, divê her kes berpirsiyariya xwe bi cîh bîne. Di vê wateyê de divê di serî de tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyan bên betalkirin. Ger wisa berdewam bike, wê pêvajo aloztir bibe.

Ev yek hem pêvajoyê dixe tengasiyê û hem jî wekî ku ji bin ve ehdê li me dixwin xuya dike. Ji xwe re lê binêrin, mîna ku ger wisa nebe, hûn jî wisa bibin. Hûn berê jî dizanin, tiştên ku limqada siyaseta demokratîk a Kurd hatine kirin em dizanin. Şaredariyek jî ku qeyûm tayînê wê nekirine nemaye. Hemû pêkanînên dijwar pêşî li wir pêk anîn. Dîtin ku ew nikarin îradeya gelê Bakurê Kurdistana bişkînin. Piştî vê yekê, niha hewl didin DEM Partiyê wekî nîvengeke nû teşe bikin û muxatab tê girtin.

Di vê wateyê de dikarim bibêjim ku divê ev êrîşên li ser muxalefetê rawestin. Ger demokrasî hebe, divê ji bo her kesî hebe. Bi qasî fam dikim ku carinan di komên nîjadperest de nêxîkatiyên wiha derdikevin holê: “Dema ku qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan kirin deng ji wan derneket.” Ne wisa ye. Em nikarin ewqasî tenglê binêrin. Wekî ku min got, derdê me gelek mezin e û daxwazên me gelek mezin in.

KOMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK AMADEKARIYA SIYASETA DEMOKRATÎK DIKE

Berî her tiştî, ez koma Aştî û Civaka Demokratîk û hevalên me yên ku ev çalakî kirin silav dikim. Bi rastî jî çalakiyek pir serketî û bi bandor bû. Ez dikarim vê bibêjim, merasîmek serbilind bû. Hem bi dîsîplîn, bi helwesta xwe atmosfera ku afirandin û girêdana xwe ya ji bo banga ku ji hêla Rêber Apo ve hatibû kirin danîn holê û bawerim bandor li her kesî kir.

Bê guman, heval paşde vegeriyan. Me vê komê weke “komek sembolîk” bi nav kir. Piştî merasîmê hin hevpeyvîn kirin, yanî wisa tavilê venekişiyan. Heval Besê bi bernameyên çêkir di gelek saziyên medyayê de derket. Dîsa heval Tekoşîn û heval Behzat jî derketin. Piştî merasîmê hevpeyvîn hatin kirin. Li wir, hevalan rave kirin ku çima wan dest bi çalakiyeke wisa kirine. Bê guman, niha hevalên me li ser serdema nû hûr dibin. 

Çima çek hatin şewitandin an çek hatin danîn? Çima çalakiya şewitandina çekan pêk hat? Ji bo rê li ber qada demokratîk vekin, ji bo rê li ber siyaseta demokratîk vekin çek şewitandin. Bê guman, niha koma me niha li ser siyaseta demokratîk hûr dibin û amadekariyan dikin. Ji ber ku ji bo armanceke diyar hate kirin. Dema ku ev pêş bikeve, her ku di aliyê qanûn û destûra bingehîn de rewş zelal bibe, wê beşdar bibin. Yanî garantiyên yasayî bên dayin wê hingê veger çêbibin. Ji bo vê yekê tê kirin.

Min di serî de jî hewl da ku bînim ziman. Ji bo me ev pêvajo ne serdemeke ku dev ji têkoşînê hatiye dayine. Em rêbaza têkoşînê diguherînin. Em şêweya rêxistinbûna xwe diguherînin. Lê Tirkiyeyek demokratîk, Kurdistanek azad, jiyanek azad, jiyaneke nû, azadiya jinan, rawestandina wêrankirina ekolojîk, yanî ji bo ev ax û erdnîgarî bêtir jiyanbar bibe, yanî sosyalîzma demokratîk, ev îdealên me, armanc û hedefên me ne. Me dev ji wan bernedaye. Tenê, weke modelek rêxistinî ya partiyê. Ya duyemîn, rêbaza têkoşîna çekdarî ya ku li ser bingeha stratejiya rizgariya neteweyî ye, hatiye bidawîkirin.

Ger di roja merasîmê de biçûna Tirkiyeyê wê çi bibûya? Ew ê bihatana girtin. Yanî ew çi dibêjin, armanca me ya sereke azadî ye. Em mirovên azadîxwaz in. Çima em ê biçin û xwe têxin zindanên dewleta Tirk? Ev ne ceribandina hikûmetê yan dewletê ye. Armanca vê çalakiyê ev bû. Girêdana me ya bi biryarên ku me dane, di vê mijarê de hewldana me ya bawerîdayinê û îradeyek danî holê.

Ev kom dikare bi du awayan were nirxandin: di wateya teng û berfireh de. Di wateya teng de vê komê çi kir? Çalakiyek sembolîk pêk anî. Got ku ji bo pêşxistina civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ez çekên xwe dişewitînim. Bi vê wateyê, peyamek da her kesî. Lê di wateya berfirehtir de, we jî bal kişand ser. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşengiya vê komê kir. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Behzat Çarçel di nava vê de bû. Pêşengê vê komê bû. Endama Meclîsa PAJK’ê Têkoşîn Ozan pêşengê komê bû. Heval Tekîn endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bû. Û koma li pişt wan ne komeke ji rêzê bû. Lêkolînê bikin. Sicîla van hevalan eşkere ye; yanî tê zanîn. Ev hemû heval hevalên xwedî ezmûn in. Yanî, ew bi vî rengî hat avakiri û hilbijartin.

Me çima wisa kir? Ji ber ku em dixwazin dawî li pêvajoya bêçekbûn û çekdanînê bînin. Bi vê merasîmê re ev nîqaş di aliyê me de bi dawî bû. Ji aliyê naveroka wê ve vê yekê dibêjim.

Ez vê yekê ji aliyê wateya ku barkiriye ve dibêjim. Dibêjin ku danîna çekan bingehîn e. Ji bo me êdî qediya.

Em bi hevalên xwe re ne; em bi hevalên xwe yên komê re dijîn. Yanî em bi awayekî komunal dijîn. Rêxistinên me yên komunal hene. Em wekî civatekê dijîn. Çawa ku me di demên berê de hevdu parastiye, em ê di her şert û mercî de hevdu biparêzin. Ma heta niha kesek din hatiye me parastiye? Ne wisa ye. Em li her derê parastina xwe fam dikin. Di encamê de dema ku çek tê şewitandin, wê ew çekek neyê hilgirtin.

Ji ber ku sembolîk e min xwest vê yekê bibêjim. Min dixwest hinekî rave bikim. Yanî ew ne merasîmek ji rêzê bû. Komeke ne ji rêzê bû. Divê em li gorî wateya wê nêzîkî wê bibin. Ya din tiştên cûda di me de da şiyarkirin. Yanî gelo ew hewl didin ku dîmena teslîmbûnê bidin nîşandan? Gelo ew dixwazin tiştek cûda bikin? Mînak em jî ne rehet in. Bê guman, em fikaran dijîn. Yanî di wê wateyê de dikarim vê bibêjim. Divê ti kes li benda merasîmên wiha nebin. Û divê nebin jî. Ma çi hewce ye? Yanî, ne hewceye vê yekê veguherînin şovê. Peyama ku diviyabû bihata dayîn hat dayîn. Tişta ku diviyabû bihata gotin hat gotin. Biryardarî hat nîşandan.

Piştî ku Heval Besê danî, kî dikare bêje li ber yên çiyê çek hene? Em qala kesa sereke ya ku berpirsiyara yekem a vê yekê ye dikin. Gavên nû dibe yan jî nabe. Helbet ev pêvajo wê bi gavên beramberî hev, yanî vi gavavêtinê bidome. Em di feeqa vê yekê de ne. Ka her tişt qediya, her tişt hat kirin. Di vê merheleyê de divê em nîqaşa li ser bêçekkirin an çekan bi dawî bikin. Me ev kir, lê bi rastî jî ne hewce bû. Me kongreya PKK’ê li dar xist. Me stratejiya çekan bi dawî kir. Ma ji wê wêdetir tiştek din heye?

Tişta ku diviyabû bihata kirin, di kongreyê de hatibû kirin. Yanî ragirtina me di vê rewşê de lîstikeke şerê taybet e. Ez difikirim ku divê Kurd, raya giştî ya demokratîk û medya di vî alî de baldar bin. Aliyê ku wê her tim baweriyê bide ne Kurd in. Tişta ku diviyabû bihata kirin, hatiye kirin û tişta ku diviyabû bihata gotin, hatiye gotin. Lîderên Tifaqa Cûmhûr jî ev yek piştrast kirin.

Mînak, Erdogan got, "Em ketine serdemeke nû" çawa ev daxuyanî da? Çawa ketin Tirkiyeyeke nû? Bi hewldanên xwe neketin. Me şert û merc ji bo vê yekê amade kirin. Êdî divê kes di vê mijarê de dilsoziya me neceribîne. Yê ku niha ji bo dilsoziyê tê ceribandin aliyê din e.

Erdogan di tevahiya pêvajoyê de li kêlekê ma. Vê yekê di rewşa siyasî û medyaya Tirkiyeyê de nîqaşeke girîng derxist holê. Belê, ev karbeşiyek bû. Lê em xwedîdeketina  di asta serokkomariyê ya li pêvajoyê girîng dibînin.

Divê me re zêde pirole neke, lê daxuyaniya wî girîng bû. Tekezkirina wî li ser rastiya dîrokî pir girîng bû. Yanî ger tifaqek Tirk-Kurd were damezrandin... Belê, wî Ereb jî tevlî kir û projeyek Mîsakê Millî xêz kir. Her wiha bingeha neo-Osmanîzmê jî xêz kir. Ger li ser bingeha rast were nirxandin, ji aliyê gelên herêmê ve jî dikare veguhere bingeha tifaqekê. Ji vê re mirov hema wiha bersivê bide dibe ku xelet be. 

Belê erênî bû, lê gavên berbiçav hîn bi tevahî nehatine bicîhanîn, li gorî gotinên Devlet Bahçelî û Erdogan. Ev pirsgirêk e.

Belê, rojevek derket holê û divê em wê neyînî nekin. Ev ne karê zarokan e, ne jî tiştekî ku mirov bibêje de haydê vê gavê çêbibe ye. Belê, divê biryar werin girtin, lê ez dixwazim vê yekê bibêjim. Wexta her tiştî heye. Divê em gavên ku ji aliyê din ve têne avêtin bibînin. Yanî gav têne avêtin hene, nîqaşek heye; divê em cesaretê bidinê û pêşiya wê vekin.

Dema ku em zîhniyeta dewleta Tirkiyê li ber çavan derbas dikin, ev ne hêsan e. Ji ber vê yekê, weke mînak ev rûberîhevkirin pir caran cihê xwe nagire: Vaye li Rojava, li Ewropayê, li vî welatî, ETA nizanim wisa daniye, IRA wisa kiriye, nizanim filan rêxistin wisa pêş ket. Belê, divê em ji wan deran dersan bigirin, lê di heman demê de sosyolojiyek me, rastiyek me heye. Rastiya ku em li dijî wê şer dikin sosyolojiyek wê heye. Divê li gorî rast famkirina wê gavan bavêjin û nekevin nava bendewariyan. Mesele jı desthilatdarî çi kiriye wêdetir, divê civak nekeve nava bendewariyê.

EV KOMÎSYON DIVÊ LI SER ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK Û QANÛNÊN AZADIYÊ LÊHÊRBÛNÊ BIKE

Me pir israr kir ku komîsyon were avakirin. Armanc û sedemekî vê hebû. Me xwest ev ji qada Tifaqa Cûmhûrê derbikeve û bibe mijareke Tirkiyeyê. Eger wisa nebe dibe pêvajo asteng bibe, li pêşiya civakbûnê astengiyên zêdetir derkevin pêş.

Ya din jî, em behsa mijara esas a Komara Tirkiyeyê ya ku jinûve tê avakirin, dikin. Lewma avabûna komîsyonê girîng e.

Ev komîsyon, ne komîsyoneke ku zagona bingehîn çêbike. Ev komîsyon divê li ser entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê lêhêrbûnê bike. Çek jî hatin berdan; wê çi bibe? Diyar e ku aliyê dewletê di demê xwe de amadekariyên pêwîst nekirine. Diyar e ku ne li bendê bûn. Yanî îhtimala pêşketina pêvajoyeke wiha, kêm dîtine. Jixwe Rêbertî bi înîsiyatîf dimeşe. Rêber Apo dimeşîne. Heya niha Rêbertî bi înîsiyatîfeke yekalî meşand. Eger îrade û hewldana wî nebûya, ev qas bilez pêş nediket.

Têkildarî vê yekê ez dikarim derbarê komîsyonê, du mijaran bêjim. Yek, dem e. Pir ji demê re tê hiştin. Gotin û pratîk ji hev nagirin. Bila gotin bi lez bin. Ew li ser “Bila demildest çek bên berdan” nîqaş dikin.

Mesele êdî berdan yan jî neberdana çekan nîne. Divê Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve gav bavêje, ber bi siyaseta demokratîk ve gav bavêje, ji bo guhertin û veguhertinê were amadekirin. Ji bo vê komîsyonê, weke Tevger jî rexneya me ev e; pir ji demê re tê hiştin.

Erê, aliyê desthilatdar dibêje “bila bi lez bimeşe”, lê ew bi xwe bi lez nameşîne. Hîn bi leztir dikarî bimeşe.

Burokrasiya dewletê mîna tevgeran nîne, hîn girantir dixebite. Em di ferqa wê de ne, lê belê îro li Tirkiyeyê hikûmeta heyî, bi taybetî jî Erdogan dema ji bo tiştekê biryar da, wê dide kirin. Wê demê biryar, îrade kêm e.

Piştî berdana çekan a di 11’ê Tîrmehê de, piştî daxuyaniyên Erdogan ev biryar û îrade wê di pratîkê de were nîşandan? Di gotinê de hinek hat nîşandan; lê em binêrin di pratîkê de jî wê were nîşandan? Em ê bibînin.

Divê ev komîsyon di aliyê nîtelîk de jî bixebite. Divê ji meclîsê re qanûn bên amadekirin û bi rengekî xurt li ser wan nîqaş bike. Yek; qanûnên entegrasyona demokratîk, ya din jî divê qanûnên azadiyê amade bike. Eger evane nebin gavên me dê vale bimînin, yanî wê vale biçin.

BILA PARADÎGMAYÊ NE JI KURDÊN LI EGEYÊ RE; BILA JI ÇERKES Û RUMÊN LI EGEYÊ RE VEBÊJIN

Pêvajoya em têde, pêvajoyeke guhertin û veguhertinê ye. Destpêkê divê her kes vê wiha pênase bike. Tirkiye tê guhertin, qada siyasî tê guhertin. Divê were guhertin; yan rû bi rûyê xeteriyan e.

Di vê pêvajoya guhertin û veguhertinê de, kî înîsiyatîf nîşan bide, ew ê diyarker be. Ez nêzîkatiyeke ku di kêliyên guhertin û veguhertinê de, nêrîn dide û îrade nîşan dide pir girîng dibînim.

Li Tirkiyeyê tengasiyeke îdeolojîk heye, Tirkiye pirsgirêkeke nasnameyê ya dewletî dijî, nîqaş dike ka wê çawa be. Nîqaşên bi rengê “gelo wê bibe ummetparêz yan bibe laîk” hene. Krîzeke wiha heye. Ummetparêz aliyê AKP û MHP, Tifaqa Cumhurê ye. Laîk jî beşekî neteweyî yê diyar e. Em xwe weke civakparêzên demokratîk pênase dikin. Em aliyê demokrasiyê temsîl dikin.

Lewma ne wextê li bendê mayînê ye. Ji yekîneyên herî biçûk heya civakên herî berfireh; yanî ji meclîsên li taxan, heya çêkerên li gundan, şaredariyan, rêxistinên civakî yên sivîl, baroyan; yanî her wiha heya hemû çêkeran divê nîqaşan bikin, pêşniyaran bikin. Ji bo beşdarbûna aktîf a li pêvajoyê, divê di nava liv û tevgerê de bin. Eger wisa be, dê civaka demokratîk çêbibe. Civaka demokratîk dê wisa derkeve holê. Civaka demokratîk, civaka ku bi aktîf di nava çalakiyê de ye. Çalakî, yanî rêxistinbûnek; ne wateya kevir avêtinê. Axaftin jî çalakiyek e.

Niha em di nava çalakiyekê de ne. Yanî em tiştekê dikin.

Têkildarî vê mijarê ji bo civaka Tirkiye û Kurdistanê rexneyên min hene, weke kes. Ji bo DEM Partiyê rexneyên min hene. Erê, xebateke diyar dimeşînin. Lê tempoya wan jî giran e. Xebatên wan ne kûr in.

Ya duyemîn; bi Kurdistanê re sînordar e. Ez dibêjim li Tirkiyeyê paradîgmaya civaka demokratîk, banga aştî û civaka demokratîk ji civaka Tirkiyeyê re, lê ez nabêjim bila biçin ji Kurdên li Îzmîr, Mersîn, Çûkûrova re behs bikin. Erê, ew tên kirin lê bila ji Lazên li Karadenîzê re, ji gelên li Egeyê re, ji Çerkesan, Ruman û Tirkmenan re bêjin. Çima vê qadê ji netewperestan re, ji eniyê rast re dihêlin? Çareya van hemûyan li cem Rêber Apo ye. Çima naçin wan deran? Têkildarî vê yekê rexne û çavdêriyeke me ya wiha heye.

JIN WÊ MOHRA XWE LI VÊ PÊVAJOYÊ BIXIN

Di vê pêvajoyê de rola jinan her diçe zêdetir derdikeve pêş, wê derkeve jî. Ji ber ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk, di rastiyê de wê bibe pêvajoyeke welê ku jinan mohra xwe lê xistiye. Ji ber xwezaya xwe jî wiha ye.

Civaka demokratîk, civaka ku jin li ser esasê azadiyê tevlî dibe ye. Yanî eger em demokrasiyê weke azadiya gel pênase dikin û di rastiyê de gel ji çêkerên li derdora jinê pêk tê, wê ev bibe pêvajoyeke welê ku jin wê hîn zêdetir derkevin pêş.

Bi taybetî şerê 10 salên dawî, giştî formen jintî û mêrtiyê yên ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatin avakirin, jin bê nefes hiştin. Yanî îro rastiyeke jin a bênefes heye. Li Tirkiye û Kurdistanê her roj tên qetilkirin, her roj rû bi rûyê tundiyê dimînin.

Baldar bin, di qada siyasetê de DEM Partiyê jê derxin, tenê mêr dimînin, qadeke siyasî ya ku tenê ji aliyê mêran ve tê birêvebirin, dimîne.

Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengiya heval Besê, bi pêşengiya jineke azad hate birêvebirin. We li pêvajoyên me yên kongreyê temaşe kir; jin pêşengên vê pêvajoyê ne. Di nava tevgera me de jî, jin ji bo pêşketina vê pêvajoyê kedeke pir mezin didin. Di pozisyona îdîa û biryardariyekê de ye. Niha îdîayek me ya wiha heye: eger qada siyaseta demokratîk vebe û şert û merc bên afirandin, em ê li ser esasê xeta jina azad têkoşîna demokratîkbûnê bigihînin lûtkeyê.

Dibe yên dijberê me jî hinekê bitirsin. Yanî dibe ji van jinan bitirsin. Ji ber ku hem AKP hem MHP li dora zihniyeta desthilatdar a mêr şêwe girtiye, çêkereke ku dixwaze jinê li rolên kevneşopiyê qepat bike û wisa dinirxîne. Lê em mizgîniya civakek nû ya li ser esasê azadiya jinê, didin. Em soz didin ku em ê li ser esasê azadiya jinê, qadeke jiyanê ya nû ava bikin. Ez her kesê vedixwînim vê.

DIVÊ AVANIYEKE LI GORÎ RASTIYA SÛRIYEYÊ HEBE

Destpêkê ez Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala wê ya 13’emîn de pîroz dikim. Hemû gelê me yê di vê şoreşê de xwedan ked in, bi rêzdarî silav dikim.

Van 13 salan, hem ji aliyê civaka Kurd ve û hem jî ji aliyê nirxên mirovahiyê ve bûn wesileya encemên gelekî girîng. Divê Şoreşa Rojava bes weke şoreşa Kurdan neyê dîtin, neyê pênasekirin û naveroka wê rast were fêmkirin. Ez di wê baweriyê de me ku ev yek gelekî nehatiye nirxandin, fikirîn û vegotin. Ev yek jî weke rexneyeke têkildarî Şoreşa Rojava were dîtin, baş e. Ji ber Şoreşa Rojava, DAÎŞ têk bir, tarîtiya DAÎŞ’ê têk bir. Bû sembola azadiya jinan û bû mînaka ku birêxistinbûna komunal û jiyan veguherin modelekê, ji bo kesên ku digotin ku ‘’jiyaneke din pêkan e’’ bû vehesînek.

Ji ber wê yekê dibe ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hin tişt tam weke daxwaza me û weke ku me xeyal dikir pêk nehatibin. Lê belê li gel Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêngava rast hatiye avêtin.

A niha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji aliyê Durzî, Elewî Kurd, Tirkmen û Ereban ve bû nîşaneya ku jiyana girêdayî felsefeya neteweya demokratîk, paradîgma û forma wê pêkan e.

Ger em bala bidinê ji xwe şer li ser vê yekê ye. Yanî wê li Sûriyeyê pergal çawa pêş bikeve û teşe bigire? Tirkiye û welatên din ên li herêmê ditirsin ku modeleke civakeke alternatîf derkeve holê. Dixwazin avaniyên ku piştiriyê bidin pergalên xwe yên heyî ava bikin. Ji ber vê yekê li hemberî Sûriyeyê gelek destwerdan hene. Divê ev yek baş were dîtin.

Ya duyemîn; rêveberiya Şara ya heyî hê jî ji ezmûnê derbas nebûye. Paşeroja wê gelekî xirab e. Li bendêne ku ji rêveberiyeke bi vî rengî avaniyeke civakî ya guncavî sosyolojiya Sûriyeyê derkeve holê. Em dibînin ku ev yek bi talûke û bi rîsk e.

Çareserî bi vî rengî ye: Divê li gorî rastî û civaka Sûriyeyê birêxistinbûn û avaniyek pêş bikeve. Ferzkirina heyî çi ye? Avakirina dewleta Ereban a Sûriyeyê ye. Lê belê gel, bawerî û komên li wir dijîn dibe ku ji Tirkiyeyê berfirehtir û pirtir bin. Li herêmê Durzî, Tirkmen, Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û Suryanî, Elewî û komên din hene. Gelo hûn a niha hewl bidin cilên dewleta yekneteweyî li erdnîgariyeke bi vî rengî bikin, wê çi bibe? Wê bibe faşîzma reş. Wê çi bibe? Komkujî pêk werin. Her wiha dibin jî.

Têkildarî vê mijarê me tim ev yek anî ziman: Bila avaniyeke guncavî vê rastiyê hebe û bingeha vê jî netewa demokratîk e. Netewbûna demokratîk ya ku gel bi hev re dijîn, dibe ku bibe çareseriya vê erdnigariyê.

Lê belê agahî tên ku kesên ku komkujiya li ser Durziyan birêxistin dike, yek ji beşa ku rê nîşanî hin derdoran dide li Tirkiyeyê ne. Ev yek gelekî bi talûke ye. Çima wiha dibe? Bi nimûne Tirkiye çima wisa dike? Ji aliyekî ve Misaki Milliyênîqaş dike, nabe ku ji aliyekî din ve wiha bike û tev bigere. Divê ji vir vekişe.

Ez qala pergala ku her gel, kom û hebûn bikaribin weke xwe bijîn, bikaribin li gel mafên rêveberiya xweser bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibe, dikim.

Li seranserê cîhanê modela netewdewletê, vaye bes li Iraqê, Tirkiyeyê yan jîli welatên din û li Rojhilata Navîn weke em dibînin yekparêz nîne. Modelên netewedewletan ên piranîparêz hene. Li Skoçyayê heye, li Swîsreyê heye. Emerîkan bi xwe bi pergala eyaletan tê birêvebirin. Welat jînayên dabeşkirin. Ger gelek, neteweyek û hebûnek tim bi derwerdaneke derve re rû bi rû bimîne, wê ji bilî berxwedana li hemberî yê biyanî rêyeke din peyda neke. Ji ber wê yekê tişta ku ji Sûriyeyê re hewce ye, Tifaqa Neteweya Demokratîk e.

Tirkiye alikariyê dide HTŞ’ê. Ji ber ku rewabûna wê tune ye.  a niha ji ber ku hikûmeta heyîû hêza leşkerî zêde ne rewa ne hewceyî alikariyê ne. Pirsgirêkên rewabûna rêveberiya Sûriyeyê hene. Ji aliyên hin saziyên ku nehatine naskirin ve. Lê belêTirkiye di kanalên xwe bi xwe de bi awayekî eşkere nîqaş dike û dibêje ku ‘’Em ê artêşa Sûriyeyê ava bikin.’’ Nizanim ew ji eslê xwe Tirkmen e, ev hat û me li wir ew qas perwerde da; di rastiyê de pêwendiyên xwe jî tîne ziman û di nava hewla rewakirinê de ye.

Bi min Hakan Fîdan xwe ji tevlihevkirina Sûriyeyê bide paş wê baş be. Gelên li wir kom bibin,dikarin bi xwe çareseriya xwe peyda bikin. Ferzkirina li ser wir ya modela Erebên Sunî ya yekparêz eê bibe komkujî. Teşwîqkirina komkujiyê ye. Bı vê yekê em fêm dikin ku dixwazin çi bikin. Ev 50 sal in em jî li vê herêmê siyasetê dikin. Pêşiyê komkujiya li ser Elewiyan, niha jî ya Durziyan. Pêşiyê ger hebe belavkirina avaniya birêxistinkirî ya Elewiyan, a niha jî belavkirina taybetmendiyên ku Durziyan îlan kirine û dixwazin Şoreşa Rojava bi tenê bihêlin û berê hêzên Şara bidin wir. Diwazin wir bi vî rengî teslîm bigirin.

Bi gotina ‘’pêvajoya entegrasyonê’’ diçin li ba Mezlûm Ebdî û ekîba û hevdîtinan pêk tînin. Tirkiye ji vê yekê razî nîne. Tirkiye dixwaze ku lir ne hêzeke parastinê bimîne û ne jî hêzeke rêveberiya xweser bimîne. Wisa ku Kurdên li wir dev ji Kurdbûna xwe berdin. Bila bibêjin ku en endamên Dewleta Ereb a Sûriyeyê ne. Lê belê ev yek ne pêkan e.

Ji krîzên her roj rû didin didin ku ev yek ne pêkan e. Li cihekî ku her roj komkujî pêk tên, Kurd wê çawa dînamîkên ku hebûna wan ava dikinî tasfiye bikin? Neçar in ku hêzeke parastinê aa bikin û wê biparêzin. Ji ber ku gefa komkujiyê heye. Durzî hatin qetilkirin; wê Kurdên li wir çawa çekan deynin? Yan jî çima deynin? Yanî ne karekî aqilane ye. Ji ber ku baweriya wê tune ye. Lê binêrin heya Durziyan jî gotin ku ‘’alikariya me bikin.’’

Beriya salan tespîteke Rêbertiya me hebû. Gotibû ku çaeresiya pirsgirêka Kurd çareseriya gerdûnî ye. Pirsgirêka Kurd di rewşeke wisa de ye ku guherîna pêk bîne wê bes bandorê li herêmê neke di heman demê de wê bandorê li pergala cîhanê û cîhanê bike. Ji ber wê yekê jî kesên bi vê mijarê re eleqedar dibin û mixatab vê yekê baş dizanin. Pirsgirêka Kurd mijareke wisa ye ku hemû kes dixwaze daxil bibe. Vaye DYE, Îsraîl, û Îngilîstan. Îngilîstan ji wê dewletê ya sereke ye ku pirsgirêk ava kiriye.

Em qala mijareke ku li herêmê Îran, hêzên din û hemû kes dixwaze daxil bibe û di çarçoveya berjewendiyên xwe de bikar bîne, dikin. Kurd belav bûne çar perçeyan û li çar welatan hene. Hebûn, rewş, polîtîka û aqilê wan diyarker in. Ji ber wê yekê helber DYE jî û Îsraîl jî dixwazin bandora xwe li ser vê hêzê ava bikin. Em vê yekê dizanin.  Lê belê ger hûn bibjin ku pêwendiyeke rasterast heye? pêwendî û têkilyeke me ya rasterast tune ye. Bi hin awayên cuda hewlên bandorkirin û beralîkirinê hene. Ger hûn bipirsin ku gelo ev pêşketina pêvajoyê dixwazin? Ez di wê baweriyê de me ku naxwazin pêvajo pêş bikeve. Ji ber ku pirsgirêka Tirkiyeyê girê dide û eleqedar dike ev e.

Aliyê duyem ê di rojevê de girtina vê mijarê şerê taybet e. Tim gotinên weke ‘’pêşmêriyê filan kesî’’, ‘’pêlîstoka filan kesî’’, ‘’şîrketa filan kesî’’ û nizanim ‘’amûra filan kesî’’ û filan û bêvan. Aliyên ku van bi rê ve dibin DYE û Îsraîl in. Yanî hewce ye li eyneyê binêrin. Em dizanin ku hemû îcazetan ji ku distînin û çawa diaxivin.  Em dizanin ku Dewleta Komara Tirkiyeyê çawa hatiye avakirin û çawa tê birêvebirin jî.

Ji ber wê yekê hêzên ku dixwazin bandorê li me bikin, hene û haya me ji vê yekê heye. Em ji bo pêşeroja gelêKurd, berjewendiyên wan, jiyana wan a azad û hebûna wan a xwe dispêre civaka demokratîk hem li ber xwe didin û hem nîqaş dikin û hem jî tedbîrên hewce distînin û gava hewce dike diçin çalakiyan jî.