Tûncel: HDP dê bibe qada muzakereyê ya beşên civakê

Tûncel: HDP dê bibe qada muzakereyê ya beşên civakê

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tûncel anî ziman ku HDP dê di navbera Tirkiye û Kurdistanê de bibe pirek û got, "Li hemberî dîwarê di navbera gelan de tê lêkirin, li dijî hişmendiya ku pirsgirêkê li ser bingeha pevçûnan disekinîne, emê alternatîfên çareseriyê û bingeha têkoşîna hevpar a herdu gelan biafirînin." Tûncel da xuyakirin ku sala 2013'an sê pêngavên dîrokî temsîl dike, ya yekemîn manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de, pêvajoya Gezî û herî dawî jî kongreya HDP'ê ye ku ev her du kir yek. Tûncel ragihand ku ewê daxwazên çareserî û mzuakereyê yên pirsgirêka Kurd û daxwazên aştî û azadiyê bikin yek. Tûncel destnîşan kir ku derê partiya wan ji beşdariyên nû vekiriye.
Sebahat Tûncel anî ziman ku partiya wan berhema xebateke nû nîne û destnîşan kir ku HDP di encama hişmendiya têkoşîna hevpar de derketiye holê. Tûncel got, "HDP xebateke nû nîne. Xwedî pêşerojeke ji 10 salan e. Lêgerîna têkoşîna hevpar a Kurdan, tevgerên çep-sosyalîst û hêzên demokratîk her tim hebû. Van lêgerînan di platforman, di çalakiyan de heta roja îro dewam kirin. Lê belê herî dawî me dîtin ku bi Bloka Ked û Demokrasiyê bi tenê tifaqa hilbijartinê nîne û xebatek ji niha û pê ve ye, lewma me dest bi mezinkirina projeya gel erê kiriye, kir. HDP encama keda du salan e."
Tûncel diyar kir ku HDP ne tenê partiyeke ku BDP û derdorên çep-sosyalîst tê de cih digire û got, "Em bû partiyek ku hem ev hem jî jin, tevgerên ekolojî û LGBT yên derveyî van mane, lê alîgiriya demokrasî û azadiyê dikin, cih digirin."
'NE LI SER NAVÊ GEL, TÊKOŞÎNA BI GEL RE'
Tûncel da xuyakirin ku faktora herî girîng a afirandina HDP'ê, di sedsala 21'an de daxwaza gelan a cihgirtina di pêvajoyên biryardayînê de ye. Tûncel got, "Di sedsala 21'ande gelan xwestin ji qada herêmî siyasetê bikin, xwe bi xwe rêve bibe, bajarê xwe rêve bibe, di nava çareseriya pirsgirêkên ekonomîk, ekolojîk û jinê de cih bigirin û ji ber vê pêdiviyê HDP derket holê. Ji ber vê yekê ne li ser navê gel em girîngiyê didin têkoşîna bi gel re. Em ne partiya bindestan e, em bi dest bi xwe ne. Bi vê organîzasyonê re jin, kedkar, elewî, Kurd, Tirk, oldar, tevgerên LGBT dikarin xwe bi awayekî azad bi rêxistin bikin."
Ji bo pirsa, "Di nava HDP'ê de hin derdorên cuda hene ku heta niha qet bi hev re têkilî dananîne, hevgirtina van derdoran dê hêsan be?" Tûncel ev bersiv da: "Em girîng dibînin ku cihêreniya xwe bi çanda demokratîk bi hev re bigirin. Qebûlkirin, xweragirtinê em derdixînin pêş. Ya rast, em HDK û HDP'ê weke qadeke muzakereyê dibînin. Ne muzakereya navbera dewlet û civakê, muzakereya di navbera beşên civakî de. Ev du sal in me hewl dan hesasiyetên xwe fêm bikin, hevdu nas bikin. Eger em di nava xwe de çanda demokratîk karibin bimeşînin, hingî emê karibin cihêrengiyên li nava civakê bînin cem hev."
'EMÊ NÎŞAN BIDIN KU TIRKIYEKE CUDA GENGAZ E'
Tûncel da xuyakirin ku BDP'ê heta niha rola mûxalefeta bingehîn girtiye ser milê xwe û bi giranî piştgiriya Kurdan stendiye û got, "HDP hemûyan hembêz dike, tevgerên cuda yên civakî jî hembêz dike. BDP dê weke hêzeke gelekî xurt di nava HDP'ê de cih bigire, ji bo mezinbûna HDP'ê gelek bingeh û derfetan pêşkêş dike. HDP dê pirsgirêkên Tirkan, pirsgirêkên Kurdan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên HES û Geziyê têxe rojevê. Di kongreya me de ji Derya Reş heta Egeyê, ji Kurdistanê heta bajarên cuda yên Tirkiyê beşdarî hebû."
Tûncel ragihand ku sala 2013'an sê pêngavên dîrokî temsîl dike; ya yekemîn manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de, ya duyemîn pêvajoya Gezî û ya sêyemîn jî Kongreya HDP'ê ye ku ev herdu anî cem hev. Tûncel destnîşan kir ku ewê daxwaza muzakere û çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û daxwazên aştî û azadiyê bikin yek û nîşan bidin ku Tirkiyeke cuda gengaz e.
Tûncel nêzîkatiya xwe ya der barê mijara pirsgirêka Kurd de bi van gotinan vegot: "Em destnîşan dikin ku divê mafên hatine talankirin werin radestkirin û dev ji hişmendiya yekperestiyê, polîtîkayên şer bê berdan. Em dikarin di navbera Tirkiye û Kurdistanê de pirekê ava bikin. Li hemberî dîwarê di navbera gelan de tê lêkirin, li dijî hişmendiya ku pirsgirêkê li ser bingeha pevçûnan disekinîne, emê alternatîfên çareseriyê û bingeha têkoşîna hevpar a herdu gelan biafirînin. Emê nîşan bidin ku ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka gelên Tirkiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku feydeyek me ya girîng wê li pêvajoya aştiyê bibe. Ji ber ku em HDP'ê di heman demê de weke bingeheke muzakereyê dibînin. Bingehek ku Elewî bi Sûnî re, Tirk bi Kurd û Ereb re huqûqeke nû bide afirandin. Ji ber vê yekê emê di pêvajoyê de roleke girîng bileyzin. HDP wê nîşan bide ku civaka li Tirkiyê ji demokrasî û azadiyan re amade ye û wê derewên desthilatdariyê derxîne holê.
'EM'Ê DI 2'Ê MIJDARÊ DE LI HEV KOM BIBIN Û DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ BIKIN'
Tûncel der heqê hilbijartinên herêmî de jî ev tişt got, "Xuyaye ku hilbijartinên herêmî dê di atmosfera hilbijartinên giştî de pêk werin. Dema me aşkera kirin ku emê li Kurdistanê bi BDP'ê li Tirkiyê jî bi HDP'ê beşdarî hilbijartinên herêmî bibin me gotin, 'Emê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin.' Ji ber ku em hilbijartinên herêmî bi tenê weke rêvebirina bajarê xwe nabînin; em weke qadeke pêşxistina demokrasiyê, pêxistina demokrasiya herêmî û beşdariya civakê dibînin. Lewma me bi hişmendiyeke nû ya bajar û demokrasiyê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinên herêmî kirin. Emê hewl bidin di van hilbijartinan de bi derdorên herî berfireh re tifaqê çê bikin. Dema behsa tifaqê tê kirin partî tên fêmkirin, lê emê bi jinan re, bi tevgerên ekolojîk, bi ciwanan û tevgerên mîna van re tifaqê bikin. Emê di 2'ê Mijdarê de Meclîsa Partiya xwe li hev kom bikin, desteyên xwe yên pêwîst hilbijêrin û bi lezgînî dest bi xebatên hilbijartinên herêmî bikin. Ev hilbijartin dê tenê weke hilbijartinên herêmî nemînin; dema rojeva siyasî ya li Tirkiyê, rojeva Rojhilata Navîn û xetimîna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li ber çavan were girtin, diyare ku ev hilbijartin wê di atmosfera hilbijartinên giştî de derbas bibe."
Tûncel da xuyakirin ku ew xweseriya demokratîk ji bo tevahiya Tirkiyê. Tûncel der barê mijara sernixumandinê de diyar kir ku ew alîgirên jinên sergirtî karibin xwe li her qadê îfade bikin.